Çar kolberên Kurd bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin

Di nava çar rojên derbasbûyî de, li ser sînorên Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, heft kolberên Kurd bi gulleyên hêzên Îranê hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî raporeke malpera Hengaw ji bo Mafên Mirovan, tenê di çar rojên derbasbûyî de, hêzên ewlehiya Îranê bi awayekî rasterast teqe li kolberên Kurd kirine û di encamê de çar kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê kuştine û sê kolberên din jî birîndar kirine.

Li gorî heman malperê, ew kolberana welatiyên bajarên: Urmiyê, Selmas, Pîranşar û Merîwan bûn.

Heya niha çendîn caran rêxistinên mafên mirovan bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Îranê kirine, ku hêzên wê gullebarankirina kolberên Kurd rawestîne û çareyekê ji wan re bibîne, ku karibin dûrî kolberiyê debara jiyana xwe bikin, lê heya niha jî, Hikûmeta Îranê ti gav ji bo çarekirina vê pirsê neavêtiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin