Çalakvan û Mafnasekî ji Rojhilata Kurdistanê hat kuştin!

Şeva borî, cenazeye çalakvanê siyasî û endamê Rêveberiya Komela Mafên Mirovan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Muradî li Silêmaniyê kuştî hate dîtin.

Li gor malpera Komela Mafên Mirovan a Kurdistanê, derengê şeva borî dema cenazeya Îqbal Muradî li nêzîk çemê Pênciwîn li parêzgeha Silêmaniyê hate dîtin û cihê 7 guleyan li bedena wî hatin dîtin.

Komela Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn, bavê Îqbal ê bi navê Zanyar Muradî li Îranê girtiyekî siyasî ye û cezaya bidavekirinê li ser heye. Di heman demê de jî apekî Îqbal ê bi navê Luqman Muradî jî li Îranê di zîndanê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin