Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em ji ber darvekirina ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade Dewleta Îranê rûreş û protesto dikin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em ji ber darvekirina ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade Dewleta Îranê rûreş û protesto dikin

Dewleta Îranê îro (03.05.2026) sibehê ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade îdam kir.

Mêhrab Ebdullahzade 29 salî bû û di sala 2022yê de di çalakîya ‘’Jin, jîyan, azadî’’yê de hatibû girtin. Lê belê, Mêhrab Ebdullahzade bi tohmeta endamtîya wan komên ku li dijî hikûmeta Îslamî çalakîyên çekdarî dikin û bi kuştina endamekî hêzên Besîcê hatibû tohmetbarkirin ku ew hêzeke ser bi Pasdaran ya Îranê ve ye. Teva ku Mêhrab Ebdullahzade van hemû îdîayên mehkemeyê red kiribû jî mehkemeya Îranê biryara darvekirinê lê birî.

Mêhrab Ebdullahzade berîya darvekirina xwe, bi dengê xwe peyamek bi raya giştî ya kurdan û cihanê parve kiribû:

‘’Gelê serbilind ê Kurd, hevbajariyên min ên delal,

Yekem tawana min, kurdbûna min e. Heya roja ku ez sax bim, ez ê bi kurdbûna xwe serbilind bim’’.

Belê, Dewleta dagirker ya Îranê her roj rûyê xwe yê li dijî mirovahîyê nîşan dide, di darvekirinên xwe de berdewam e.

Roja 02.05.2026ê girtiyê kurd Nasir Bekirzade û girtiyê azerî Yaqûb Kerîmpûr jî bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatin bidarvekirin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji destpêka meha adarê ve herî kêm 21 kes li Îranê bi tawanên têkildarîya "şerê çekdarî yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, xerabkirina ewlehîya neteweyî û alîkariya Îsraîl û Amerîkayê" hatine darvekirin.

Em darvekirina ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade û hemû darvekirin û zilm û zordarîyên Dewleta Îranê rûreş û protesto dikin.

Em bangî Netewên Yekbûyî dikin ku rê li ber van darvekirinên Dewleta Îranê bigrin.

Dewleta dagirker ya Îranê ne bi van darvekirinan, ne jî bi zilm û zordarîyên xwe dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û rê li ber doza azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê ya gelên Îranê bigre.

03.05.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin