Buldan û Temellî bûn hevserokên partiya HDPê

Di Kongreya 3. a Asayî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku îro 11ê Sibatê birêve çû hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Piştî axaftina û pêşkeşkirina gotarên mêvanan û hevserokên berê, dengdana hevseroktiyê li ser navên Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sezaî Temellî hat encamdan.

Di dengdanê de ji hezar 109 delegeyan 837an dengê xwe bikar anîn û bi 823 dengan Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.

Herwiha 70 delegeyan îmze ji bo namzediya Selahattîn Demirtaş pêşkeşî dîwana kongreyê kir ku ew jî nehat qebûlkirin, bi sedema ku Demirtaş gotibû, ‘Ger namzediya min bixwazin' jî daxwaznameyê qebûl nekin.

Demirtaş beriya kongreyê bi nameyekê ji HDPê re ragihandibû ku ew nabe namzed û xwestibû li şûna wî hevserokên nû diyar bikin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin