Buhayê Petrolê li Amerîka Cara Pêşî Ket Bin Sifirê

Buhayê petrolê li Amerîka cara pêşî ket bin sifirê.

Navenda Nûçeyan - Jiber belavbûna vîrusa korona gelek kompanîyan karên xwe rawestandibûn û pêdivîya bo enerjîyê kêm bûbû.

Warîla petrola xam ya Brent, ku wek standarta navneteweyî tê qebûl kirin, do Duşemê heta 26 dolaran daketibû.

Petrola Teksasa Rojava jî do Duşemê bûbû 9 dolar.

Buhayê petrolê heta 1,5 dolar daket û dûre nirxê wê di dawîya rojê de negatîf bû.

Dengê Amerîka

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye