Brîtanyayê welatiyên xwe bo Bakurê Kurdistanê hişyar kir!

Wezareta Derve ya Ingilistanê girêdayî helwêsta xwe ya geştyariyê listeya xwe nû kir. Di malpera Wezaretê de hate ragihandin ku, hevwelatiyên Ingilistanê seredana bajarên: Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Diyarbekir, Sêrt, Dêrsim, Colemêrg,Kilîs herweha bajar

Wezareta Derve ya Ingilistanê girêdayî helwêsta xwe ya geştyariyê listeya xwe nû kir. Di malpera Wezaretê de hate ragihandin ku, hevwelatiyên Ingilistanê seredana bajarên: Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Diyarbekir, Sêrt, Dêrsim, Colemêrg,Kilîs herweha bajarê Hatay nekin.

Ew dever wekî, deverên metirsîdar ji bo bûyeran hatin ragihandin. Li aliyek din Wezareta Derve ya Ingilistanê diyarkir ku, geştyarên ji Tirkiyê tên Ingilistanê jî, dê ji kontrolên zêdetir derbas bibin.

Ji geştyaran hate xwestin, hesankariyan ji karmendên ewleyî re diyar bikin. Tê çaverêkirin, ev biryara Wezareta Derve bi awayek neyênî bandoriyê li geştyariya ji Ingilistanê bo Tirkiye bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin