Brîtanyayê projeya enerjiyê ya li Îranê betal kir!

Şirketa Quercus a Brîtanyayê ya enerjiya ku tê nûjenkirin, ji ber ku Amerîkayê dorpêç daniye ser Îranê; projeya enerjiya rojê ya bihayê 500 mîlyon Euroyî (570 Dolar) betal kir.

Şirketa Quercus ya Brîtanyayê ya enerjiyê, cara pêşî wê li derveyî Ewrûpayê xebatek kiribana.

Piştî ku Amerîkayê di destpêka vê mehê de dorpêç danî Îranê, gelek banqe û şirketên biyanî peymanên xwe yên bi Îranê re betal kirin û xebatên xwe ji nava Îranê derxistin.

CEOyê Şirketa Quercusê Diego Biasi di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku piştî ku Amerîkayê dorpêç daniye ser Îranê, me projeya xwe ya enerjiyê ya 600 megawatî û hemî xebatên xwe yên li Îranê betal kirin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin