Brîtanya: Heta niha me ji 120 hezarî zêdetir Pêşmerge û leşkerên Iraqî rahênan kirine

.

 Bi raportekê, Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê diyar kir, heta niha wan ji 120 hezarî zêdetir Pêşmerge û leşkerên Iraqî rahênan kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê da zanîn, ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de, wan ji 120 hezarî zêdetir Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê rahênan kirine.

Herwiha di raportê de hatiye destnîşankirin, Brîtanya wek endameke aktîv ya Hevpeymaniya Navdewletî, roleke mezin di peydakirina zanyariyên nehênî, çavdêrî û armanckirina pêgehên DAIŞê li Iraq û Sûriyê de hebû.

Ji alîyek din ve û girêdayî bi perwerde û rahînana hêzên artêşa Iraqê, NATO eşkere kiriye, erkê wan li Iraqê tenê rahênankirin û ne şerkirin e.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg berî destpêkirina kombûna Wezîrên Karûbarên Derve yên NATO, rola wê rêxistinê li Iraqê diyar kir û got: "Li Iraqê heman rola ku li Afganistanê girtine dê bikin, ku ew jî rahênan û perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên wî welatî ye."

Jens Stoltenberg herwiha daye zanîn, ew dixwazin karîna hêzên Iraqê baştir bikin, da ku rê li pêşiya vegera DAIŞê li wî welatî were girtin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye