Brîtanya daxwaz kir ku Qibris korîdora asîmanî veke

Serokê Dezgeha Çavdêriya Ezmanî ya Qibrisê Harez Antonyadis, ragihand ku Birîtanya daxwaz kiriye, korîdoreke ezmanî ji bo firokeyên Birîtanya terxan bike.

Antonyadis got: "Me hîn bersiva daxwaza Birîtanya nedaye".

Herwiha Antonyadis got: "Ji do ve, guhertinên mezin bi ser ezmanên Qibrisê de hatine."

Bi sedema gefan li ser rêjîma Sûriyê û egera encamdana êrîşeke mûşekî li dijî bingehên rêjîmê li Sûriyê, di çend rojên derbasbûyî de, kompaniyên firokevaniyê, nema ezmanê Sûriyê ji bo geştên xwe bikartînin û piraniya wan kompaniyan ezmanên welatên cîranên Sûriyê bikartînin.

Fermandeyê hêzên Birîtanî li Qibrisê, nexwest ti zaniyariyên berfireh li ser wê mijarê bide, tenê got: "Emê bi awayekî siruştî û wek rojên derbasbûyî karên xwe bikin".

Ji sala 1960î ve, Birîtaniya 2 bingehên serbazî li Qibrisê ava kiriye, ku yek ji wan firîngeheke serbazî têde hatiye avakirin û li gorî malpera Debka ya Israîlî, dibe ku Birîtanya wan bingehan di êrîşeke serbazî de, li dijî rêjîma Sûriyê bikar bîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin