Boris Johnson dikare bibe serokwezîrê nû yê Îngiltereyê

Serkêşê tevgera dijî YEyê Boris Johnson dikare bibe serokwezîrê Îngiltereyê

Şaredarê berê yê Londrayê Boris Johnson ku serkêşê tevegra dijî Yekîtiya Ewropayê bû, dikare bibe serokwezîrê Îngiltereyê.

Serokwezîr David Cameron piştî encama referandûmê ku tê de biryara veqetandina ji Yekîtiya Ewropayê derket, ragihand ku di van şert û mercên nû de pêwîstî bi hukumeteke nû heye û  ew ê di meha Îlonê de dev ji erka xwe berde.

Piştî vê daxuyaniyê, li Îngiltereyê pirsa wê kî bibe serokwezîrê nû tê minaqeşekirin û navê Boris Johnsonî dertê pêş.

Johnson weke dostekî miletê kurd tê nasîn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin