Bordûmana Efrînê didome

Şeva din firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê navenda navçeya Şiyê ya Efrînê, helîkopteran jî gundên Anqele û Senarê yên wê navçeyê bordûman kirin.

Herwiha medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat kuştina du çekdarên Hêzên Şebî yên Sûriyê li Efrînê ragihand.

 

Li gorî zanyariyên ku medyaya nêzîkî YPGê belav kirine, şer û pevçûnên li gundên Efrînê berdewam in û firoke û helîkopterên şer jî navenda navçeya Şiyê û gundên wê bi dijwarî bombebaran kirine.

 

Hate gotin ku di encama bombebaranan de ziyaneke zêde giştiye mal û zeviyên xelkê.

 

Lê di derbarê ziyanên canî de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

 

Ji aliyê din ve, Navenda Ragihandina HSDê ragihand, di 37emîn roja êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de, li nahiya Raco ya ser bi Efrînê, 2 çekdarên Hêzên Şebî yên Sûriyê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

 

Herweha artêşa Tirkiyê bi topên dûravêj navçeyên Raco li bakurê rojavayê Efrînê bombebaran kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin