Bombe bi karwana leşkerî ya Tirk de hat teqandin

.

 Li başûrê Idlibê bombeyeke vedayî dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê hat teqandin.

Çavkaniyên ji Idlibê dane xuyakirin ku bûyer doh 27ê Nîsanê li devera Mestûme ya Idlibê rû daye û dema derbasbûna karwana artêşa Tirkiyê bombe pê de hatiye teqandin.

Derbarê teqînê û ziyanên wê de ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye dayîn, lê belê dîmenên teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Koma çekdar a bi  navê Ensar Ebû Bekir es-Sidiq beriya niha 15ê Nîsanê jî êrîşeke bombeyî li dijî karwana Tirk pêk anîbû û berpirsiya xwe ya êrîşê jî eşkere kiribû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye