Bolton: Trump ji Erdogan re pozîsyona Kurdan dubare kir

Piştî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, Nûnerê Trump ê Şêwermendê Ewlekariya Netewî John Bolton ragihand, ‘Serok Trump pozîsyona bi îstiqrar a bo Kurdan dubare kir’.

John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Serok Trump bi Serok Erdogan re hevdîtineke bêhempa pêk anî û pozîsyona bi îstiqrar a bo Kurdên ligel me şer dikin dubare kir.”

Li aliyê din Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî derbarê hevdîtina Erdogan-Trump de daxuyakirin ku Trump bal kişandiye ser hevkariya wan şerê dijî DAIŞê û ji Erdogan re diyar kiriye, ‘Kurd û pêkhateyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) ji bo wan gelekî girîng in û mimaleya xirab li wan neyê kirin.’

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin