BOCHUM - Dê Şeva Helbesta Kurdî-Almanî were lidarxistin

.

 Li Schauspielhausa Bochumê ya Almanyayê dê roja 14ê Sibatê ya 2025an şeva helbesta Kurdî-Almanî dê were lidarxistin.

Di şevê de Abdullah Încekan û Veronika Nickl dê helbestên helbestên Kurd Rojen Barnas, Abdullah Peşêw, Şikoyê Hesen, Berken Bereh, Arjen Arî û Mueyed Tayib bi Kurdî û Almanî pêşkêşî hezkiriyên edebiyatê bikin.

Her wiha dê helbestên klasîkên edebiyata Almanî J. W. v. Goethe, Heinrich Heine, Erich Fried, Ingeborg Bachmann, Mascha Kaleko, Rainer Maria Rilke û Friedrich Nietzsche jî bên xwendin.

Kemanjena naskirî ya Kurd Nûrê Dilovanî û pîyanîst Zelal jî dê bi mûzîka Kurdî beşdarî şevê bibin.

Amadekarê bernameyê Abdullah Încekan cara şeşemîn e li bajarên cuda yên Almanyayê şeva helbesta Kurdî-Almanî li dar dixe.

Încekan helbestên klasîkên Almanî wergerandine Kurdî û di bin navê "Deriyê Dil" de li Weşanxaneya Nûbiharê û li Almanyayê jî li Weşanxaneya Reichert-Verlagê çap kiribû.

Hat zanîn ku Încekan dê helbestên hin helbestvanên Kurd jî wergerandine Almanî û di şevê de dê helbestên her du edebiyatan bi hev re pêş kêş bike.

Şev dê 14ê Sibata 2025an, saet 18:00an li Schauspielhaus Bochumê (Königsallee 15 | 44789 Bochum) were lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc