Bo salvegera 68emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê Serok Barzanî peyamek belav kir  

.

Di derbarê selvegera 68emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê

Bi helkefta 68. salvegera damezrandina yekîtiya we, Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû afret û jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê, wekî rêxistineke pêşeng ji bo çespandin û desteberkirina mafên afretan, rêxistineke têkoşer û xwedî dîroke û rola xwe li şoreş û xebata gelê me ya li qonaxên cûda cûda de hebûye. Her li palpiştîkirina şoreş û Pêşmerge heta hişyarkirina jinan û berevanîkirina li mafên wan.

Ew çaverêyî herdem li Yekîtiya Afretên Kurdistanê heye ku li gel rêxistinên cemaweriyên din fakterê bihêz bin ji bo pêşxistina jiyana medenî û çanda pêkvejiyan û nehiştina tundiya civakî û malbatî û her wiha kûrkirina hizr û bîra neteweyî û niştimanperweriyê.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
11.12.2020

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê