Bo rûxandina Komara Îranê 10 partî hatin cem hev

10 rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hevpeymaniyek ragihandin. Wan aliyan di projeyekê de amaje bi alîkariyên hevbeş kirine li ser bingeha rûxana desthilata Komara Îslamî ya Îranê û danîna desthilateke demokratîk a federal.

Di daxuyaniyekê de bi navê Banga Alîkariya Hevbeş ew 10 partî dibêjin: “Tevî cudahiyên nêrînan, wan alîkariyeke hevbeş dest pê kiriye û alîkariya wan bingehek e ji bo yekgirtîbûna bêhtir a hêzên dijberî Komara Îslamî ya Îranê.”

 

Her 10 partiyên siyasî projeyeke 14 xalî pêşkêş kirine ku têde behsa avakirina desthilateke demokratîk ya parlemanî li ser bingeha cudahiya ol û desthilatê û parastina mafê pêkhateyên netewî, damezrandina sîstema siyasî û îdarî ua federal dike.

 

Ji Rojhilatê Kurdistanê, her yek ji Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Şorişgerên Zehmetkêş yên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di nava wê hevpeymaniyê de ne.

 

Ji netewên din jî, Azerî, Ereb û Belûç, her yekê rêxistineke wan beşdar e, tevî 2 rêxistinên çep û komunîst ên Îranê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin