Bo pişikdarîkirinê di hikumeta nû ya Îraqê de PDKyê merc heye

Merc a PDKê bo pişikdarîkirinê di kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî, ewe ku divê destûr wek xwe û bi temamî cîbicî bike. YNK jî, daxwaza rêkkevtinekê dike bo dûbare duristkirina Îraqê.

Navenda Nûçeyan - Mehmûd Mehemed, gotebêjê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo Kurdistan24î tekez kir, ku pêwîste Mehemed Tewfîq Elawî soz bide ku destûrê wek xwe dê cîbicî bike nekû li gor keyfa xwe.

Di beranber de, Mela Bextîyar, endamê Civata Bilinda Sîyasî û Berjewendîyên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:  Îraq di duristvebûnê de ye û me pêwîstî bi rêkkevtineka nûye wek rêkkevtina sala 2003yê bo bo ava vekirina Îraqê di navebra me hamûyan de.

Yekalîkirina pişkên alîyan û dîyarkirina wezîran û duristkirina hevpeyamanîyeka nû bo pêkanîna hikumetê, ew asteng û berbestin ewên dikevin pêşîya Mehemed Tewfîq Elawî yê raspartî bo pêkanîna kabîne ya nû ya hikumetê, amajene bo wê yekê ku yekalîkirina evan pirsan bi van nêzîkan nabe û hêj rê dûre bo akincîya sîyasî li Îraqê.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe