Bo azadkirina her yek pêşmergeyên dîlgirtî 80 hezar dolar dixwazin!

Tê gotin, ku 45 pêşmergeyên di dema operasyona Mûsilê de dîl ketibûne destê DAIŞê, vê carê jî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin. Nûnerê malbatên pêşmergeyên dîl jî dibêje, hinek kes ji bo azadkirina her dîlekî daxwaza 80 hezar dolar dikin.

Li gorî amarên nûnertiya malbatên pêşmergeyên dîl, di dema operasyona Mûsilê de 45 pêşmergeyên dîlên di destê DAIŞê de ketine destê hêzên iraqî lê heta niha nekarîne bi hewldanên xwe yek ji wan jî rizgar bikin. Tê gotin, ku hinek kes hebûne ku li hember azadkirina her dîlekî daxwaza 80 hezar dolar dikin.

 

Nûnerê malbatên pêşmergeyên dîl Îrfan Berzencî ji Rûdawê re got: “Heta niha jî bi fermî bersivek nedane me ku bêjin pêşmergeyên dîl li cem me ne û em ê berdin. Lê di nav wan de hinek kes hene, ku li hember pere amade ne pêşmergeyên me bidin me.”

 

Wezareta Pêşmerge ji bo azadkirina pêşmergeyên dîl hemû rêyên yasayî bikar aniye lê heta niha jî hikûmeta Iraqê bersivek nedaye û piştrast nekiriye ku pêşmergeyên dîl di destê wan de ne. Ji bo vegerandina dîlan jî amade ne xerc û mesrefên pêwîst bikin.     

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin