Bo 3 salên budceyê kar bi rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê dihêt kirin

Perlematareka Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) aşkera dike, ew dengên dijî rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê bilind bûne dikêmin û ti bandor li ser wê rêkkevtinê nabe. Perlematekê dî jî tekez dike ew rêkkevtin bo 3 salên budceyê kar pê re dihêt kirin û pişkek

Navenda Nûçeyan- Di demkê de hinek deng li dijî ji hev nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê di perlemana Îraqê de bilind bûn e, lê Meyade Necar, Perlemantara Kurd di Civata Nwênerên Îraqê de, tekez dike ew dengên hanê ti bandor nabin û dibêje: Nerezîbûna wan muzayede ya sîyasî ye û veşartina arîşeyên bajarên din yên Îraqê ne, lew rewşa Îraqê şêwaye û wan pêwîstî bi rêkkevtinê heye li gel Hewlêrê.

Yek ji taybetmendîyên budceya 2020 ewe ku bo 3 salan dihêt amadekirin. Şîrwan duberdanî, perlmantarê Kurd di Civata Nwênerê Îraqê de, aşkera dike û dibêje: Ewa giringe ev rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê li ser piroje yasa ya budaceyê bo dema 3 salan kar pê re dihêt kirin. Tekez jî dike, bi van nêzîkan rêkkevtina dawîyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dihêt wajûkirin û piroje budceya Îraqê dê bihêt pesindkirin.

Biryare di destpêka hhefteya dahatî de, şanda hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê bike û li ser reşnivîsa budce ya 2020 bigehin rêkkevtinê û civata wezîrên Îraqê jî piştî rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê pirojeya budceyê pesind bike û dûv re bişîne Civata Nwêneran dakû gotûbêjan li ser bikin û pesind bikin.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin