Biryara referandûmê ya Serxwebûna Başûr: 25 Îlon 2017

Biryar di civîna Hewlêrê ya bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li ser navê 15 partî û bizavan hat standin

Di civîna 7.06.2017 de li ser diyarkirina roja referandûmê û hilbijartinên parlamenê bi seroktîya Barzanî hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku 25ê Îlona 2017an ji bo referandûma serxwebûnê biçin ser sindoqan.

Di daxuyanîya ku li ser malpera Fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê hatiye weşandin de naveroka civînê û 4 biryarên li ser hatiye lihevkirin hatin ragihandin.

Di civîna Hewlêrê ya bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat kirin de, nûnerên bilind ên partiyên siyasî yên parlementoyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Herêmê, Serokê Hikûmetê, Serok û Cîgirê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê amadehî kirin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ji xeynî babeta referandûmê û hilbijartina parlementoya Kurdistanê pirsgirêkên siyasî yên navxweyî û rewşa navçê û cîhanê hatiye guftûgokirin. Herwiha beşdaran bîr û nêrînên xwe li ser pêwîstiya referandûm û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê anîn ziman.

4 Biryarên Civînê Hatin Ragihandin

Di daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê de 4 biryarên ku hatine wergirtin wiha hatin rêzkirin:

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017an wek roja encamdana referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hate diyarkirin.

Duyem: Her ji roja bidawîbûna civînê û heta dema birêveçûna referandûmê, alî kar bo karakirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew jî bo bidestanîna komdengiyeke niştimanî.

Sêyem: tekezî li ser çakirina jiyana xelkê û rewşa aborî ya welatiyên Kurdistanê, mûçexur, çîn û hejaran hate kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn bi Serokatiya Birêz Barzanî Encûmena Bilind a Referandûmê were pêkanîn. Herwiha biryar hat dayîn heta 12 Hizêranê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûna di çend komîteyên taybet bi referandûmê û piştî referandûmê diyar bikin.

Biryar li ser navê 15 partî û bizavan hat standin
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Şu'î(Komunistên) Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Partiya Karker û Rencderên (Kedkarên) Kurdistanê
Partiya Çaksaziya Pêşketiya Kurdistanê
Lîsta Hewlêr ya Turkmenî
Bereya (Eniya) Turkmenî ya Iraqê
Partiya Geşepêdana Turkmenan
Lîsta Ermen li Parlemena Kurdistanê
Tevgera Demokrata Aşûrî
Civata Gelê Kildanî Suryanî Aşûrî

Tevgera Goran û Kemeleya Islamî ya Kurdistanê bêşdarê civînê nebûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin