Biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî hat dayîn

Rêveberiya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya ser bi vê zanîngehê ve da.

Rêveberiya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya ser bi vê zanîngehê ve da.

 

Encûmena Rêveber a Zanîngeha Artukluyê di dengdenekê de biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya ser bi vê zanîngehê ve da, ku ji sala 2009an ve ew enstitu hatibû vekirin.

 

Li gor agahiyan di civîna Encûmena Rêveber a Zanîngeha Artukluyê  de, ji bo girtina enstîtuyê 17 kesan dengê Erê bi kar anî û 7 kes jî bi dengê Na, li dijî wê yekê derketin.

 

Biryar ji bo pejirandinê, bo Saziya Bilind a Perwerdehiyê ya Tirkiyê hatiye şandin.

 

Li gor biryarê, Enstîtuya Zimanên Zindî dê li gel enstîtuyên din ên ser bi Zanîngeha Artukluyê ve bibin yek.

 

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ji aliyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça ve tê birêvebirin, ku pêştir di wergera pirtûkeke dîrokî de, navên Kurd û Kurdistanê jê biribû.

 

Agirakça di wergera pirtûka 10 bergî ya El-Kmail fî Tarîx a zanayê navdar ê îslamî, Ibnul Esîr de, ku weke çavkaniyekî giring ê dîrka îslamê tê hesibandin, navên “Kurd” û “Kurdistan” jê biribûn û li şûna wan peyvên “Tirk” û “Tirkistan” bikar anîbû.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin