Biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat hilweşandin

.

Rêveberiya Xweser piştî karvedanên nerazîbûna welatiyan li hember biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê, biryar hilweşand û nirxê sotemeniyê dike weke berê.

Li gor daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro 19ê Gulanê belav kir, biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiyê hat hilweşandin.

Herwiha di daxuyaniyê hat ragihandin, kirîn û firotana sotemeniyê dê bi nirxên berî derxistina biryara 119 a roja 17.5.2021ê be, heta ku biryarine nû tên dayîn.

Rêveberiya Xweser roja 17ê Gulanê bi biryara 119ê nirxê sotemeniyê bi bilind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên welatiyan li dû xwe anî û welatî li Qamişlo, li hin gund û bajarokên din derketin xwepêşandanan û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye