Biryara “betalkirina Peymana Stenbolê” di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin

.

Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî xala 3em ya Biryarnameya Serokomariyê hatibû dayîn. Li gel betalkirina peymanê jin bi berdawamî dibêjin “Peymana Stenbolê ya me ye”

Biryara betalkirina “Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan û Pêşîlêgirtina Tundiya Nav Malê” ku weke Peymana Stenbolê tê zanîn a ji bo Tirkiyeyê, di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. 

Li gorî biryara hatiye weşandin ya ku îmzeya Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî ê AKPê û Serokomar li bine, dîroka bidawîbûna peymana ku di 19ê Adara 2021an de bi biryara serokomar hatibû betalkirin weke 1ê Tîrmeha 2021ê hatiye diyarkirin.

Biryar li gor xala 3em ya Biryarnameya Serokomariyê ya bi hijmar 9 hatiye dayîn.

Çi bûbû?

Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.

Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê