Biryar e Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte îro dest ji kar berde

.

Biryar e, îro Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte, dest ji karê xwe berde.

Li gor Ofîsa Serokwezîrîya Îtalya ragihandibû, Conte dê roja Sêşemê piştî civîna wezîran, dest ji karê xwe berdide.

Serokwezîrê berê Matteo Renzin jî, heftaya borî ji koalîsyonê veqetîyabû û Conte piraniya li senato, ku civata jorîn ya Parlamanê ye, wenda kiribû.

Herwiha Conte hewil dabû, ji senatorên serbixwe û yên li navendê piştgirîyê bistîne, lê hewildanên wî bi ser neketibûn.
Tu peywendiya rastexwe ya Conte bi partiyan re tune ye, lê ew nêzîkî Tevgera 5 Stêrkan e.

Tevgera 5 Stêrkan da zanîn, ew ê di danûstandinên bo Hikûmeta nû de, piştgiriya Conte bikin.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye