Biro: Dibe ku Emerîka li Rojavayê Kurdistanê destûrê bide Esedî

Endamê Encûmena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got ku Amerîkayê siyaseta xwe ya li Sûriyê gurhertiye û heye ku Amerîka destûra Esed li Rojavayê Kurdistanê bide.

Di derbarê mijarê de Îbrahîm Biro ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Amerîkayê siyaseta xwe ya li Sûriyê gurhertiye. Heke Rûsya hinek daxwazên Amerîkayê bîne cih, heye ku Amerîka destûra Rejîmê bide ku têkevine Rojavayê de.”

Biro wiha dewam kir: “Rûsya ji bo operasyona Idlibê lezê dike; lê belê Amerîka û hêzên koalîsyonê ji bo kuştina sivîlan bitirs in û dixwazin ku operasyon were taloqkirin. Amerîka dixwaze li Sûriyê IŞÎD xilas bibe û hêzên Îranê jî ji herêmê derkevin. Heke ev bibin, Amerîka wê ji Sûriyê derkeve.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin