Birîndarekî din ê êrîşa Îranê li ser HDKê şehîd bû

Endamekî din ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) ku di êrîşa Îranê li ser baregehên wê partiyê li Koyê de birîndar bûbû, îro19ê Îlonê li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê şehîd bû.

Îro Endamê HDKê Qadir Îzetî yê bi navê “Mam Qale Rîşe” tê naskirin, ji ber giraniya birînên xwe îro li nexweşxaneyeke Silêmaniyê şehîd bû.

Qadir Îzetî di dema êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên HDKê li Koyê de birîndar bûbû û ligel 3 birîndarên din bo nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatibûn veguhastin, lê îro ji bi giraniya birînên xwe şehîd bû.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin