Ez Seydo yê Hesenê Ozman, di 04.07.1954 de li gundê Xirbêbelek yê li herêma Wêranşarê hatime dinê.
Ez ê pêşîn tiştê ku min li ser dîrok, koç, belavbûna eşîra Remûşî ya bavkalan û guherînên rewşa malbatê bihîstiye bêjim.
Ez Seydo yê lawê Hesen, Ozman, Evdal (birayekî wî Eliyas), Hemo, Biro, Hoto û hwd.
Rahmetiyê bavê min Hesenê Ozman di got: pêşiyên me, Merwanî û Remoşiyan yên Êzdî, ji ber zilm, şer û zextên olî yên dewleta Îranî, Osmanî û Rûsan, ji hêla Muşê û Wanê belav bûne. Hinek ji wan çûne nav Sovyeta berê û Sûriyê (malbata Biro û Usoyê Xatunê, Hisê Talo, Osê Bişar), hinek ji malbata Merwaniyan hatine ketine gundên deşta Wêranşerê—Olakçiyê û Hecîzêdê û hwd. Hinek ji me jî hatine deşta Diyarbekrê û ketine gundê Dawidiyê. Ji hingê ve bavkalên min yên ji eşîra Remûşî û Merwanî bûne xal û xwarziyên hevûdinê.
Di vî wextî de serhatiya pezkovê hatine di hewşa Pîr Dawid de mexel hatiye û careke din ne hatiye nava Dawidiyê de mexel netiye.
Dema Pîr Dawid li gundê Dawidiyê bû, dora 100 pezkovî ji çiyê dihatin û di hewşa mala Pîr Dawid de diketine mexel. Gava mala Pîr Dawid pezkovî didotin, ew keriyê pezkovî radibû û dîsa diçû çiyê.
Ji bo çi pezkovî ji mala Pîr Dawid xeyîdin û çûn û carek din ne hatine hewşa wan?
Rojekê daweteke mezinekî Diyarbekirê çêdibe. Kesekî ji mala Pîrê nêriyê pezkovî digire, girêdide û ji bo diyariyê ji wî mezinê Diyarbekirê re dibe, da ku diyariya wî ji ya herkesî biqîmetir be û xelk gişk qala wî bike. Gava ew kes nêriyê pezkovî dibe ciyê dawetê, xelk û zarok tev tên li derdora nêrî top dibin. Li vê diyariya mezin û xerîb dimînin heyîrî. Nêriyê pezkovî ji heytehola dora xwe ditirse, benê destûyê xwe de diqetîne, dike xirt ji nav cematê direve û dihere. Milet dide pey nêrî, lê kesek nikare wî bigre. Ew diçe cîyê ku di gihîje nav keriyê xwe. Ji vê reva nêriyê pezkovî pê de, keriyê pezkovî carek din nayê di hewşa Pîr Dawid de mexel.
Di gundê Dawidiyê de yek-duyek ji bav û kalên me ilimdarî û koçek kirine. Wî wextê ku Hemoyê Biro li Dawidiyê dima, Merwanan ji gundê Hecîzêdê tên û dibêjin: em dixwazin tu mala xwe bînî werî nav meriyê xwe cem gundê Hecîzêdê. Hemo mala xwe tîne cem wan.
Piştî demekê yekî ji Merwanan qîza Hemo direvine. Hemo di qehire de mala xwe ji gundê Hecîzêdê bardike û dihere Sûriyê, dikeve gundekî Xalta. Dema demekê li Sûriyê dimîne, Merwanan di nav hev de dibêjin: me neheqî li meriyê xwe kiriye. Ji wan Emê Dawo qîza xwe li devê siwar dike û, tevî çend zilamên xwe, têne gundê ku mala Hemo lê ye.
Çaxê ew nêzîka mala Hemoyê Biro dibin, Hemo wan ji dûr ve nas dike ku ew Merwanan in. Hemo fêm dike ku Merwanan keçeke xwe bi xwe re anînin. Wê çaxê pênc lawên Hemo hebûn. Berî ku Merwanan bigihîjin mala wî, ew ji zarokên xwe re dibêje: Merwanan tên û keçeke xwe ji bo lihevhatina min û xwe anînin; ew ê vê keçê bide yekî ji we. Kî ji we dixwaze bi vê keçê re bizewice?
Di nav wan her pênc kuran de, Elyas yê piçûk dibêje: baş e, ez ê bi keça wan re bizewicim. Gava Merwanan têne mala Hemo, dibêjin: me neheqî li te kiriye. Em dixwazin tu lawekî xwe bi vê keça min re bizewicînî û mala xwe carek din bînî cem me gundê Hecîzêdê.
Hemo yê Biro kurê xwe Elyas bi keça wan re dizewicîne û paşê carek din malê bardike û tîne gundê Hecîzêdê.
Kalikê me Elyasê Hemo demeke dirêj di nav Merwaniyan de namîne. Gava ew nikare di nav wan de bimîne, ji Hecîzêdê jî mala xwe tîne gundê Dawidiyê. Ew dîsa tê cem merivên xwe yên Remûşî û Dawidî (Reşî). Elyasê Hemo li Dawidiyê dibe kesekî mezin û naskirî. Wê çaxê Mîryê Bro bi qîza kalikê min Evdal re dizewice. Malbata me û ya Mîryê Bro ji wê çaxê ve xal û xwarziyên hev in.
Dema ku kalikê me Elyasê Hemo yek ji mezinên Êzdiyên li gundê Dawidiyê bû, dewleta Osmanî di sala 1915 de miletê Êzdî ji bo Seferberlikê dixwest leşkeriyê.
Wê çaxê kalikê min hinek rûnê di hîzade (wî demî ev rûn li destê herkesî ne bû) birî û çû Diyarbekirê, mala berpirsyarê ku navê leşkeran dinivîsand û wan dişand Seferberlikê. Ew rûn dide berpirsyar û dibêje: wisa bike ku tu yên Êzdî afû bikî, bila neçin leşkeriyê. Piştî vê hewildana wî, navê zilamên Êzdiyan jê hatin jêbirin û ne hatin şandin Seferê.
Dûre hinek ji xelkê diherin şikayetê li cem Brahîm Paşa dikin û dibêjin: Elyasê Hemo Êzdî giş nivîsandine û şandine Seferberlikê.
Brahîm Paşa dişîne pey Elyasê Hemo. Gava Elyas ji malê derdikeve, ji kulfetê xwe re dibêje: eger Paşa li îfada min guhdarî bike, ew ê nikaribe min bikuje.
Gava Elyas li hespa xwe siwar dibe û diçe cem Paşa, Paşa jî di wê kêliyê de leşkerê xwe radike ku biçe çiyayê Evdil Ezîzê. Li ber barkirinê, Paşa bangî Elyasê Hemo dike. Elyas diçe cem Paşa û jê rica dike ku pêşî li gotinên wî guhdarî bike û paşê biryara xwe bide.
Paşa dibêje: “Elyas, ez ê serê te jê bikim.”
Elyas dibêje: “Paşa, ji kerema xwe guhdariya min bike. Ez ne kewê gozelim ku ji refê xwe biqetim; ez ji miletê xwe naqetim...” û diyar dike ku çawa rûn dane û ji bo parastina Êzdiyan hewl dane.
Paşa ji gotinên wî fêm dike, dibêje: “Ka em bi hev re herin.” Di rê de kîsek zêr dide Elyas û digihîjin çiyayê Evdil Ezîzê. Li wir ji hev cudabûn.
Pişt re, kalikê me Hemoyê lawê Biro kurê xwe Elyas ji Dawidiyê dibin gundê Seydekê. Elyas li wir emrê Xwedê dike û tê birin goristana Dawidiyê.
Wê çaxê mala Silêman Aqo û herdû biraziyên xwe Bişar û Kinhê jî li Seydekê bûn. Malbata Mîryê Biro û birayekî bavê min ji Dawidiyê çûne gundê Qendefiyê li herêma Dêrika Çiyayê Mazde.
Pişt re, malbatên me ji van gundan koç dikin û bi hev re gundê Xirbêbelek ava dikin. Lê demeke dirêj li wir namînin û diçin gundê Fisteqê..
Gava mala me li Fisteqê bû, bavê min Hesenê Ozmanê Evdal serokatiya 40–50 malên Remûşiyan yên li Zewra, Xirbêbelek, Minminîk, Fisteqê û Oxlakçiyê dikir.
Li ser jiyana xwe:
Gava ez salekî bûm, mala me ji Xirbêbelek koç kir çû Fisteqê. Li wir hinek malbatên din jî hatin. Ez li Fisteqê mezin bûm û wê demê mekteb tune bû.
Ez di 02.11.1970 de zewicîm. Di sala 1975 de çûme leşkeriya Tirkiyê, û di 1977 de hatime Almanyayê.
Heta ez li Wêranşarê bûm, ti heqareta ku ez Êzdî bûm li min ne buye. Di sala 1976 de rewşa me ya aborî gelekî baş bû. Me erdê xwe bi traktora malê radikir û ez ji ber ku, di vî wextî de sempatîzanên PKK ê bi şev dihatine gundê me û di nav rojê de jî Jendermên Tirkiyê dihatine nav malên , me hew karîbû ji heqî daxwazên wan re xwedî derkevin, em neçarbûn di sala 1977 de dev mal, milk, pez, trektor û gişî berdin û birevin werine Almaniya yê. Min dît ku jiyana min a li Almaniya yê jî ne başe, ez di sala 1979 vegeriyame Tirkiyê . Ez li Tirkiyê dîsa gelekî nemam û cardinê hatime Almaniya yê bajarê Aurich ê .
Çaxê ez cara diduyan hatime Almaniya min hingê birêz Kemal Tolan , yê ku li bajarê Oldenburg ê weke aktîvîstekî Kurd, ji bona parastin û pêşxistina Êzdiyatiyê dixebitî naskir.
Gavê ez di 1981 de vegeriyame Tirkiyê, lê demeke kurt dimam û carek din hatim Almanyayê, bajarê Aurichê , naskiriya min û birêz Kemal Tolan bi hev re zêdetir bû. Piştî vê nasînê ,di sala 1989 de min û hinek Êzdiyên Mardîn-Midyatê li bajarê Leerê tifaqek ava kirin, û di 1990 de komelek bi fermî vekirin. Ji ber dûrbûnê, ez nikarîbûm rêbertiyê bikim, lê wek endam xebat dikir.
Piştî min, lawê min Safet jî 7 salan serokatiya wê komelê kir. Ez û malbata xwe timî ji bo parastina Êzdîtiyê xebitîne û şikir em hêjî didomînin.
Nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê ev agahiyê ji ber zargotina birêz Seydo Dişli nivîsandine 19.032026
Têbinî: Ez ê di rojên pêş me de , Kurte Nasîna Dîrok û Civaknasiya Eşîra Remûşî bidime nasîn