Kemal Tolan
Weke ku min di peyama xwe ya "BEYANNAMEKE VEKIRÎ JI RAYA GIŞTÎ RE" de diyar kiribû, ez îro, di 03.08.2026an de, beşdarî çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê şeş komelên Êzdiyan ve li Mala Êzdiyan a Oldenburgê ji bo bîranîna 12emîn salvegera Jenosîda Şengalê hate organîzekirin, bûm.
Di vê pêvajoyê de, ez spasiya xwe ya dilsoz ji hemû rêxistin û komelên ku bi hewldan, berpirsiyarî û ruhê hevkariyê ev çalakî amade kirin û bi serkeftî pêk anîn re pêşkêş dikim. Her wiha, ji bo bernameya bi nirx, rêxistina baş û pêşkêşkirina mijaran bi awayekî girîng û baldar, spasiya xwe ya taybetî ji pêşkêşvan û rêvebirên vê çalakiyê re diyar dikim.
Bi taybetî, ez spasiya xwe ji van şeş rêxistin û komelan re pêşkêş dikim:
• Yezidisches Forum Oldenburg e.V.
• Yezidischer Kulturverein Ostfriesland e.V.
• Yezidisches Forum Delmenhorst e.V.
• Yezidisches Forum Osterholz-Scharmbeck e.V.
• Jesidischer Trachtenverein e.V.
• Ronahî Diepholz e.V.
Bi saya hewildan û fedakariya wan, ev bîranîna girîng bi awayekî rêkûpêk û serkeftî pêk hat.
Di heman demê de, min îro bi zanebûn libasên rengê spî li xwe kirin. Armanca min ji vê yekê nîşandana dijberî û berxwedanê li hember wê tarîtiyê bû ku di dema êrîşên hovên DAIŞê de ser gelê Êzdî li Şengalê hate sepandin. Heta îro jî ji bîra min nayê ku di wan rojên reş de rengê libasên terorîstên DAIŞê bi tevahî reş bû. Ji ber vê yekê, min li gorî hest û baweriya xwe rengê spî hilbijart؛ çimkî ev reng ji kevin ve sembola paqijî, aşitî û baweriya me ya bi Tawisî Melek e. Her wiha, ev reng di dîroka me de rengê ku pêşiyên me bi serbilindî li xwe dikirin jî bûye.
Ji ber vê yekê, ez bang li hemû Êzdiyan dikim ku ji vir û pê ve, bi taybetî di roja bîranîna Jenosîda Şengalê de, libasên xwe yên rengê spî li xwe bikin. Bi vî awayî em ê ne tenê li dijî sembolên teror û tarîtiyê rawestin, lê her wiha peyama paqijî, hêvî, yekîtiyê û berxwedanê jî bidin cîhanê. Bi vê helwesta yekdengî, em ê bîranîna qurbaniyan zindî bihêlin û di heman demê de nirxên mirovahiyê, azadî û rûmeta mirovî biparêzin.
Çavkanî: BEYANNAMEKE VEKIRÎ JI RAYA GIŞTÎ RE