Biradost hate bombebarankirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên Sîdekanê li devera Biradost bombebaran dikin.

Doh firokeyên Tirkiyê gundên Xelîfan, Koner, Şoşne, Mezarê Şoşnê, Çiyadîl, Gerûyê Kewrit, Xwakurk, geliyê Xwakurkê, geliyê Mixarê û geliyê Reş li devera Biradost bombebaran kirin.

Hevdem jî, şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê li sînorê gundê Çiyadîl derket û topxaneya Tirkiyê jî bi giranî ew gund topbaran kir.

Ji bilî topbaranê jî, 7 helîkopterên leşkerî ji esman ve cihê şer û pevçûnan bombebaran dikir.

Ji encama bombebaranê, agir bi dar û daristanên wê navçeyê ket.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin