Bir Gözlem / Çavdêrîyek

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Li Dîyarbekrê, li Surê, li Kayapinarê, li Wanê, li Batmanê, li Nusêbînê, li Muşê, li Bidlîsê, li Tatwanê, li Yuksekovayê (Gewer), di kuçeyên wan da em bigerin. Zarûkên ku di kuçeyan da, di pêşîya malan da dileyîzin, em wan temaşe bikin. Di lîstikên wan da, di mizahên (henek û lakirdî) wan da, di pevçûn û şerên wan da kîjan ziman dixebitînin, divê em bala xwe bidin wan. Eger ev ziman ne kurdî be, Kurdistan / Kurdan di xetereke mezin da ne. 

Kesên 50, 60, 70 salî, yanî kesên (kurdên) biemir, eger di kuçeyên xwe da, di taxên xwe da, di qahwexaneyên xwe da runin û bipeyîvin / biaxifin, helbet ev giring e, lê ne ku encamê taîn bike. Ji ber ku zarûk, dahatûyê didin dîyarkirin (taîn dikin). Helbet şoleke mezin e ku zarûkên kurd, xwendin û nivîsîna kurdî nizanibin. Ev babeteke giring e ku divê Partîyên Sîyasî, dezgahên sivil, beledîye / şaredar li ser wê şolê rawestin. (http://zernews.com/ozyonetim-uzerine- ismail-besikci/) 

Jêrenoteke Giring

Wek mirov di çarçoveya makaleya xoşevîstê Beşikçi da dibîne, di heqê haydarîyan da hin kêmasî xwe nîşan didin ku ew ji ber nekomkirina haydarîyan bûye. Wek mîsal, ew 80 gelwekîlên HDP ku çûne TBMM; 61ê wan tirk in. Ev hejmar bi serê xwe ercîyayê nirxandinek e. Ji ber ku di wê hilbijartinê da di serî da Medya Grubu ya Doğan, CHP û MHP jî lı hın herêmên pêwist alîkarî kirine ku HDP zêde ray bistîne. JI ber ku planeke dewleta tirk hebûye li ser navê ”Rêvebirîya Xweserî”,jı ber ku helqeya genocideya miletê kurd hatîye plankirin. Bi kurtayî divê çend nuqteyên ku raya giştî jî pê dizane, em raxin meydanê da  ku esas felsefeya dewletê derkeve holê.

Jibo jimareyên gelwekîlên HDP û DEMê haydarîyeke Yavuz Ağıralioğlu ku li TBMM kiribû balkêş bû. Yavuz Beg, nûha berpirsê Anahtar Partisiyê ye û berê ew  cîgirê serekê Îyî Partiyê bû;  wî di axiftina xwe da got ku 29 gelwekîlên HDP / DEMê jibo MİTê dixebitin. (15/01/2026 / Netewe) Piştî gengeşeyên dijwar li TBMM, navberî hat dayîn bo bêhnvedanê. Wê demê Mithat Sancarê Mihelmî ku gelwekilê Mêrdînê yê HDP / DEMê ye, qêrîya ser Yavuz Beg û jê ra got: ”Tu çima navên me eşkera dikî?” 

Guman tune ku jibo raya giştî ya tirk kurd û cîhanê, haydarîyên weha giring in û divê werin kirin. Haydarîya Yavuz Beg nîşan dide ku pozisyona wî di nava MİTê da cîyekî bilind e ku ew dikara behsa 29 kesan bike; bi gotineka dî, endamekî MİTê ji rêzê nikare reqemeke weha bêje. Ji ber ku ew rêxistina dewletê ye û rêxistineke dizî (illegal) e û ji rêzê endamekî wan nikare hew qas tişt bizane ku çend endamên DEMê yan jî HDPyê, endamên MİTê ne û jibo dewleta veşartî dixebitin. Îcar pêwistî pê heye ku mirov vê resmê bibe ser  pêvajoya Şerê Xendekan û qaşo Rêvebirîya Xweserîyê. Wek min da zanîn, wê demê ew 61 gelwekîlên tirk ku li ser xwîna kurdan hatibûn hilbijartin, Xwedê zane ka çend ji wan di navbera dualîyan da bûne û ne dûrê aqil e ku hemî endamên MİTê bûne. Mesela Sirri Sureyya Onder, li meydana Şêx Seîd digel fermandarekî eskerîyê beşdarîya qetlîama Xendekên nava Sûra Amedê kirîye ku gelek şahidê wê bûyerê hene. Lê divê navê mîmarîya hovîtîya xendekan, navê Ocalan jî neyê jibîrkirin ku haydarîyên Abdurrahman Dilipak nîşan dide ku Ocalan 55 sal e di xizmeta MITê da dixebite û di dadgeha doza Îmralîyê da ew dibêje ku wî 15.000 endamên PKK înfaz kirîye ji ber ku ew jibo Ankarayê xeter bûne. Bê guman jimareya kuştîyên kurd di vê pêvajoyê da bi sed hezaran e. Bi milyonan kurdên ku bûne koçber jî, alîyekî dî yê vê qoçanê ye.

Wek mamoste Beşikçi di çarçoveya makaleya xwe da daye zanîn, daxwazên rêvebirîya xweserî, bi lihevhatina du alîyan mumkun e; yanî ev di navbera rêvebirîya navendî  ya Ankarayê û di navbera HDP da divê lihevhatinek çêbûbûya. Lê wek di praikê da hat dîtin, lihevhatineke weha çênebû. Metoda herî maqul ew bû ku alîyê kurdî bi tevayîya gelwekîlên xwe terka TBMM bikirana û paşê li ser herêmên kurdî ku mijara gotinê bûn, bi metodên çawa wan dê bikaribûna rêvebirîya xweserî ya partîya xwe êlan bikirana.

Lê wek me wê pêvajoyê şopand, ew metodên mequl ku li seranserê cîhanê dikarin têkevin pratika jîyanê, çênebûn. JI ber ku esas hedefa Ankarayê ku bi rîya MİTa xwe daxwazên Ocalan anîn şûnê û jê ra rêxistineke nû ya çekdar çêkirin ku bi wê rê ew xort û keçên kurdên ku bûbûn hedefa Ocalan û MİTê ku wek hatibû îşaretkirin jimareya wan qasî 8-10 hezar bûye û divê ew hemî werin kuştin. Ji ber ku wan ciwanan serxwebûnê diparastin û guhdarîya Qendîl qebûl nedikirin. Lê wek di pratikê da hat dîtin, li ser navê Rêvebirîya Xweser, bûyerên qetlîamên li xendekan çêbûn; bi hezaran xort û keçên me digel zarûk û salmezinan hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûn û bi sed hezaran jî bûn koçber û bi dehan cîyên kurdan hatin xirabkirin…Eger xendoxên xoşevîst tenê resma dayîka ku zarûka xwe ya kuştî nikaribû defin/ binerd bikiraya; jibo bîhn nekeve laşê wê, dayîka reben bi rojan laşê zarûka xwe di dolaba cemedê da parastibû, bînin ber çavan, resma giştî ya hovîtîyê derdikeve meydanê.