BioNTech/Pfizer: Wê pêdivî bi doza sêyem hebe

.

 Şîrketên BioNTech û Pfizer ragihandin ku li gor encamên bidest xistine, 6 meh piştî doza duyem ya deqandinê, bandora parastina derman kêm dibe û her dû şîrket bo doza sêyem îznê bistînin xwe amade dikin da serî lê bixin.

Her dû şîrket li gor encamên li Îsraîlê bidest xistine biryara xwe didin. Li gor encamên lêkolînan; divê doza sêyem, piştî doza duyê bi 6 mehan heya 12 mehan bêkirin.

Her dû şîrket ragihandin ku li ser doza sêyem xebatê dikin û di xebata xwe de gihane encameka zahf baş û dê xebata wan di wexteka kurt de, di kovara Zanistê de bê belavkirin.

BioNTech û Pfizer, di hefteyên pêşiya me de, dê bo îznê seredana FDA yê ya Amerîkayê û ya EMA yê ya YA yê bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye