Bîn Salman: Heqê Cihûyan heye ku...

Welîehdê Erebistana Siûdiyê Mûhemmed Bin Selman der heqê Îsraîlê de got: "Heqê neteweya Cihû heye ku li ser erda xwe bibin xwedî dewlet."

Welîehdê Siûdî di hevpeyvîna xwe ya Kovara The Atlantica Amerîkayê de bereksê gelek dewletên Misilman daxuyaniyeke balkêş li ser Îsraîlê da.

Bin Selman wiha got:
 

"Ez bawer dikim ku xelkê Cihû xwedî vî heqî ye ku netewedewletekê ava bike û li ser axa bavûkalan bijî. Filîstînî û Îsraîlî dikarin dewleta xwe ava bikin. Lê ji bo îstiqrar û têkiliyên normal bo herkesî lazim e em peymana aştiyê çêkin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin