Bîlançoya sala 2018an: 440 jin hatine kuştin

'Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' raporta xwe yqa sala 2018an weşand. Li gor raportê mêran di sala 2018an de 440 jin kuştine û 1217 zarok jî rastî îstîsmariya zayendî hatiye.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, bi hilkefta bidawîbûna salê, raporta xwe ya 2018an eşkere kir.

Li gor raportê, di nav sala 2018an de 440 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 317 jinan jî rastî tundîtiya zayendî hatine. Li gor îstatîstîkan ji % 85ê jinên hatine kuştin, ji aliyê mêr, xoşewîst, mêrên berê an jî mêrên ku berdana wan tê xwestin ve hatine kuştin.

Herwiha di raportê de tê gotin 1217 zarok jî tûşî îstîsmariya zayendî hatine û ku ev hejmar tenê bûyerên ku ketine çapemeniyê dihewîne. Herwiha nav salekê de 26 zarok jî hatine kuştin.

Di raportê de herwiha berxwedana jinan a li dijî tundûtujîya zayendî hate kirin û hat gotin, jin dê berdewam bin li dijî kuştina jinan rawestin.

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê