Bîlançoya roja duyem a operasyona Kampa Holê

.

Hêzên Asayîşa Rojava, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê operasyona ser Kampa Holê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Elî El-Hesen ve bi amadehiya Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabrîel, Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik hat xwendin de, bîlançoya roja duyem a operasyona ser Kampa Holê hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de li ser operasyona bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ya 28ê Adarê hatiye destpêkirin, hat diyarkirin, “Piştî du rojan ji destpêkirina operasyonê em teqez dikin ku em pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin. Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin.”

Herwiha hat eşkerekirin, di du rojên borî de û heta niha 53 çekdarên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn hatine girtin û gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku niha zêdetirî 5 hezar endamên wan beşdarî operasyonê bûne, bi ruhekî berpirsiyar kar bikin da ku aramî û ewlehiyê ji şêniyên kampê û bi taybetî ji zarokan re vegerînin û wan ji xeteriya fikrên terorîst rizgar bikin.Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em teqez dikin ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyona me dewam bike. Em destnîşan dikin ku Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêk ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe.”

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin