Bîlançoya êrîşên li ser Efrînê: 43 şervan û 59 sivîl şehîd!

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ragihand ku ji destpêka êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û heta niha 59 sivîl hatine qetilkirin û 43 şervanên Kurd jî şehîd bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka êrişên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên li ser Efrînê û heta niha 59 sivîl hatine qetilkirin û 43 şervanên Kurd jî şehîd bûne.

'Termê 4 leşkeran di destê me de ye'

HSDê herwiha eşkere kir ku 308 çekdar û leşker hatin kuştin ku 4 ji wan efser in. Di daxuyaniya HSDê hat ragihandin ku fermandarekî bi navê Ehmed Fayiz yê hêza Semerqend hatiye kuştin. HSDê got ku termê 4 leşkeran di destê hêzên wan de ne.

Li aliyekî din Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Ahmet Demircan derbarê operasyona li dijî Efrînê de axivî û diyar kir ku 130 leşker birîndar bûne. Demircan got 14 wendahiyê wan hene, "3 jê leşkerên me ne, 11 jî endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ne."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin