Bila ew hêz û kesên ku, xwandin û nivîsandin ji Êzdiyan re kiribune guneh biqurbana binê lingên vê keça Êzdî bin û ez biraziya xwe pîroz dikim !
“Şikir ji Xwedê ra û mala rêvebirên vê dewleta em tê da dijîn avabe, êdî livirê hêjmara zarok û nebiyên me ji ya me gelekî zêdetire. Piraniya van zêdebûnen(zarok û nebiyên) me hêja welatê bav-kalan bi çavên xwe ne dîtine û gelek ji wan li virê di xwedîkirina çand, ziman, rêvebiriya mal û karê xwe da serkeftî ne. Êdî piraniya berpirsyariya kar û barên me bi pêşketin û xwedî lêderketina van zêdebûnen me va girêdaye. Eger em vêga dahin û standsinên xwe bi zêdbûnên me ra xurt nekin û em nikarîbin urf,adet û çanda xwe bi wan şêrîn bikin, gelke ji me û ji wan dê hew karibin rêya vegera welatê bav-kalan bivînen.
Min di nav rûpelên berhemên li ser “Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê*2” de daye xwanê, çi dema meriv li dîroka me Kurdan û bitaybetî jî hinga li ya me Êzdiyan binêre, merivê bivîne ku bingeha ola Kurden resen û bitaybetî jî babetê rewşa me Êzdiyan gelekî kevn û berfire ne. Min daye nasandin ku hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd, Êzîdî û biyanî li ser rewşa jiyan û ola Êzdiyan gelek tişt nivîsandine. Jixwe piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in. Ewan zaniyarên xwe ji ber devên şexsên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên musilman û Êzdiyên sade(normal) bi rişwetê standine. Weha gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.Heta îro jî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin „ Ez rewşenbîr û niviskarim“ ,bi teybetî li nava tevgera rizgarî xiwaza gelê Kurdîstanê dene û ev na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ev kesan dîroka Êzdiyatiyê şêlû didine xwanê.
Bi quweta Xwedê û Tawisî Melek, zarok û nevîçirkên Êzdiyan, wê piraniyan wan derewên ku digotin, “xwandin û nivîsandin ji Êzdiyan re kiribune guneh”, gelek buyer û fermanên bi serê Êzdiyan ve hatine, hêjî tu kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûne, çima ew gelek caran ne bi rastî hatine nivîsandin bi zanîna xwe şîrove û zelalbikin. …. “*2
Çavkanî:
1 Kemal Tolan kî ye, çima bi pey şopa Êzdiyatiyê ketiye?
https://www.rupelanu.com/kemal-tolan-ki-ye-cima-bi-pey...
2 https://www.facebook.com/photo/?fbid=3961235817425403&set=a.1588149531400722&__tn__=%2CO*F