Bila Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz be

.

Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Bila cejna Çarşema Sor pîroz be.
Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

Ew ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor, serdana Laleşa Nûranî ya li Şêxanê dikin ku li Dihokê ye. Êzidî bawer dikin ku di wan rojan de vejîna xweza pêk tê û Çarşema Sor mizgînîya rojên xweş dide.

Digel hemû zor û zehmetî û astengiyan Êzidî, ji roja ku derketiye heta roja me xwedî li vê cejnê derketine û pîroz kirine. 

Hemû êzidî îro wê Çarşema Sorê pîroz bikin. Çarşema Sor cejina herî mezin ya êzidiyan e. Li gorî bîr û baweriya êzidiyan li gorî salnameya Rûmiyê di çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jîyanê tê binavkirin. Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe didin rojê û ji bo cîhanê duayan dikin. 


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye