BIJÎ PÊŞMERGE

Nuri Aldur

 Yekbûn û merkezîbûna hêzên pêşmerge li başûrî welatême mizgînîyeke mezine, ji bo hemî kurd û Kurdistanîyan.                                                        

 Spas îdare- û serokatîya partî, dezgehan û hûkûmeta Kurdistanê.                  

Ev nûçe û fenomena giring li gel- û welatême pîrozbe.

Ez li vir dixwazim vê nivîsê, bi serpêhatîyeke xwe bibîr bînim û we xwendevanên Rûpela nû ji pêvajoyekê/demekê, piçek jî bê, agadar bikim:

Havîna sala 1977-belkî jî 1978 bê; me grûbek hevalan biryar da ku em bi şevê derkevin nav sikakên bajarê Mêrdînê û sloganan li ser dîwaran binivîsin. Ji bo min cara yekembû ku min haraketeke wilo giring, bi qîmet – lê bi tirs û tehlîke dikir. Kesî ez mecbûr nekiribûm, lê bandora edeb û terbîya malbatê û bê goman bawerîya netewetî û xortanîyê teşwîkkirina min zêdetir/bilindtir dikir. Ji ber ku ev fenomen hingî, ji bo min nû bû û bi tirs bû; her niha jî gelek alîyên wê şevê/wê haraketê hê jî li ber çavên minin  û ji bîra min naçin.

Du hevalên me (W-î û X-b) ji dora Dêrika Çîyayê Mazî bûn/karin Koserîjî bin - ez wê noktê baş nizanim – lê bawerim ewan Dêrikî bûn. Her du jî bi sîlahbûn û ewî, me wan kesên ku slogan dinivîsandin parastibana û van herdû xortan/hevalan wezîfa xwe gelekî bi rêk û pêk dikirin û ji xwe her du jî, ji me wayên din bi tecrûbetir û têgihiştîtirbûn.

Têt bîramin ku me digot, W-î  û X-b, ”teorîsyanin” û bi rastî jî camêran xwe gihandibûn û rola berpirsîyarî ya xwe dizanîn. Her du jî, ji me bi çend salan  mezintirbûn (bîlhesa X-b) û dema min got ku ez jî dixwazim beşdarî vê haraketê (bi tirkî eylem) bibim  X-b weha got: ” Nuri weke beranekî ye.”

Axir, ez serê we xwendevanan ne êşênim;  em derketine sikakan û qotîya

boyaxê li gel firçeyekê di destên min de û li ber dîwarekî xênî; min dest bi nivîsandinê kir û slogana minî pêşî ku min nivîsand ”BIJÎ PÊŞMERGE” bû. Dema ez çûme xanîkîdin/dîwarekîdin û dîse dest bi nivîsandinê kir, lê hê min slogana xwe tewaw nekiribû, xwedyê xênî/yekî mihelmî bû, li camê  xist, kire qîj qîj û sixêf kirin; hingî ez/em veciniqîn û tirsihan û me got ku berî polîs werin divêt em bazdin û me baz jî da. Wan hevalêndin slogana  ” bijî tekoşîna me yî bi sîlah, li başûrî Kurdistan” di nivîsandin. Her çiqas em negihan ku li ser gelek dîwaran binivîsênin- û wan xwedyên xanîyan zû nivîsên me xerakirin jî; dîse wan rojêndin dema ku ez di wan deranre derbas dibûm û min li wan deran dimeyîzand, ez ji xwere hinekî dibeşişîm û min xwe serbilind didît.

Erê vêce, dema nûçeya ku pêşmergeyên Kurdistan di bin navê wezareta Kurdistande her bûne ordîya kurdistan û eve mizginî li ajans û li nûçebûroyan belavbû û deng li cîhanê da, dîse ez beşişîm û bi wê haraketa wê şevê/bi wê xebat û tekoşîna me: ya min, ya hevalan; X-b, W-î û yên din serbilind dibûm.  

Krîterekî dewletbûnê yên herî giring jî ewe ku qûwetek/ordîyek hebê da bikarê welat û gel bi parêzê ye. Ê fermo vaye ordîya me amadeye, parlamento û hûkûmet heye, coxrafya, îktîsad/ticaret, kûltûr bi awakî sîstematîk di xebitin:

Tenê îtîrafek mayîye ku welatek/dewletek, vî karî/xizmetek bo gelê kurd bikêye. Gerek ew roj jî werê , ez dibê ew roj  jî wê nêzîk bêt - ma hûn  çi dibêjin?

Nuri Aldur