Bihayê Lîreyê Tirkî li hember Dolar bû 8.05 Lîre

.

Piştî Serokê Banka Navendî Nacî Agbal, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji kar hat dûrxistin, bihayê Lîreyê Tirkiyê li hember Dolarê Amerîkî bi awayekî berçav daket. Dolarekî Amerîkî do şev bi 8.40 Lîreyên Tirkî bû, îro bû 8.05 Lîreyê Tirkî.

Do bihayê her Dolarekî Amerîkî, li hember lîreyê Tirkî 8.40 bû, lê îro bilind bû û bû 8.05 Lîreyê Tirkî.

Herwiha ji destpêka îsal ve heta niha Lîreyê Tirkî %20 buhayê xwe li hember dolarê amerîkî ji dest daye.

Pisporên darayî û aborî, bilindbûna rêjeya enflasyonê li Tirkiyê weke sedemên sereke yên daketina bihayê Lîreyê Tirkiyê, li hember pereyên biyanî û bi taybet Dolarê amerîkî dibînin.


 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin