Bihayê lîreyê Tirkî her diçe li hemberî dolarê Amerîkî kêm dibe

Bihayê lîreyê Tirkî, her diçe li hemberî dolarê Amerîkî kêm dibe. Bê rawestan qîmetê perê Tirkiyê dikeve.

Lîreyê Tirkî Îro 05.09.2020 beranber dolarê Amerîkî ji saet 12:22an pê ve, bê rawestan bêqîmet bû. Li gor vê, 100 dolarê Amerîkî, beranberî 743.71 lîreyê Tirkiyê ye.

Li beranber helwdanên dewleta Tirkiye ya ji bo rawestandina bihayê lireyê Tirkî, beranber dolarên Amerîkî berdewam in, lê aborînasên biyanî jî di derbarê lîreya Tirkî de pêşbîniyên xwe eşkere kirine. Yek ji wan saziyan jî rêxistina Toronto Dominion Securities (TDS) ya Kanadî ye û li gor pêşbîniya vê rêxistinê wê heta dawiya sala 2020 100 dolarên Amerîkî wê bibe 790 lîreyên Tirkî.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye