Bihayê 1 dolarî bûye 8.27 lîreyê Tirkiyê

.

Kêmbûna nirxê bihayê lîreyê tirkî li beramber dolar û euro berdewam e û îro roja çarşemê 28.10.2020an ligel vebûna borseyê bihayê her dolarekî beramber 8.27 lîreyê tirkî bû. Herwiha bihayê her euroyekî 9.67 lîreyê tirkî ye.

Ev di demekê de ye ku bihayê her dolarekî roja sêşemê ligel vebûna borseyê 8.09 lîre û roja duşemê 7.97 lîreyê tirkî bû.

Medya Tirkiyê berdewam çavdêriya bihayê lîreyê tirkî beramber dolar û euro dikin û amaje bi wê yekê didin ku diravê welatê wan di daketinê de rekoran dişkîne û dihele. Hikûmeta Tirkiyê jî welatên rojava bi wê yekê tohmetbar dike ku bi rêya bihayê dirav guşarê dikin û Enqerê dikin armanc.

Daketina bihayê lîre li beramber dolarê Amerîkî hevdem e ligel hebûna çendîn pirsgirêkên hikûmeta Tirkiyê di peywendiyên derve de. Niha Tirkiye di mijarên Rojhilatê Derya Spî, şerê Lîbya, şerê Nagorno-Karabax, Sûriye, mûşekên S-400 û çend pirsên din de alîgir e û bûye sedema nerazîbûna hejmarek welatên cîhanê.

Opozîsyona Tirkiyê rexne li vê rewşê digire lêbelê Serokkomarê Tirkiyê û Wezîrê Darayî yê Tirkiyê îddîa dikin rewşa aboriya welatê wan baş e.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin