Biden: Putin şer naxwaze

.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Cinêvê civiyan. Piştî civînê Biden ragihand ku Putin naxwaze şerê sar derkeve holê. 

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Cinêvê civiyan. Piştî civînê Biden ragihand ku Putin naxwaze şerê sar derkeve holê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna çapemeniyê de diyar kir: “Asoya rasteqîn ji bo başkirina pêwendiyên me yên ligel Rûsyayê derkete holê. Civîna min a ligel Putin gelek girîng bû.”

Joe Biden destnîşan kir: “Ez ne di wê baweriyê de me ku Putin hewl bide şerê sar serî hilde. Şerekî nû di berjewendiya ti aliyekî de nîne.”

Biden got: “Pêwendiyên Washington û Moskowê divê seqamgîr bin û li gor pêşbînîkirinê bin. Divê hinek rêbazên bingehîn hebin ku her du alî girêdayî wan bin.”

Serokê Amerîkayê ragihand: “Me bi hûrgilî behsa pêngavên li ser çavdêriya warê çekdan kir, divê em pêngav bigrin ber xwe ji bo daxistina asta metirsiya milmilaniya bê mebest û em her du alî li ser vê mijarê dê gotûbêjên dualî bikin.”

Joe Biden tekez kir ku Rûsya û Amerîka berpirsyariya wan a hevbeş heye di seqamgîriya stratejîk de û biryara her du aliyan wisa ye ku ji bo gihiştina rêfeftineke giştgîr di warê çavdêriya ser çekan de gotûbêj bikin.

Li ser mijara êrîşên elektronîk ku Amerîka Rûsyayê tohmetbar dike, Biden got: “Min ligel Putin behsa wan êrîşên elektronîk kir, ku hackerên Rûsî li ser Amerîkayê dikin. 16 warên hestyar û girîng ên Amerîkayê ji aliyê hackerêb Rûsî ve êrîş bi ser wan de hatine kirin, ku ev nayê qebûlkirin. Me li hev kir ku pisporên her du aliyan rûnin û di vê mijarê de bigihin hevfêkirineke hevbeş.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn