Biden peyameke tûnd ji Heşdî Şabî û Îranê re şand

.

 Serokê Amerîkayê Joe Biden di civînekê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyameke tûnd ji Îranê û Heşdî Şabî re şand.

Duhê êvarî 26.07.2021ê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Joe Biden li Koşka Spî civiyan.

Ajans Pressê naveroka 2 têbîniyên Joe Biden aşkere kir ku tê gumankirin Joe Biden bi qestî ew herdu peyam ji kamreyan re nişan dabin.

Têbînîyên Bide li ser parçe kaxizekê ne û naverokên wan wiha ne:
- Amadekariyên Amerîka ji bo bersivdana wan êrîşan li Iraqê ku ji aliye Heşdî Şabî ve tên encam ji bo ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê.

- Rêgirtina êrîşên Heşdî Şabî ji bo ser berjewendiyên Amerîka bi û Îranê û tawanbarkirina wî welatî bi awayekî neyekser û piştgiriya wî welatî li wan milîsan û êrîşên wan.

Şîrovekarên siyasî dibêjin ew peyamên Joe Biden gelekî tûnd in ji bo Îranê û Heşdî Şabî û Amerîka beramber wan êrîşan bêdeng nabe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye