Biden ferman da li hemû avahiyên federal maske bên bikaranîn

.

Serokê Amerîka Joe Biden di roja pêşî ya seroktîya xwe de ser tedbîrên dijî vîrusa korona fermana qanûnder îmza kir.


Biden ferman da ku li hemî karmendên federal û xebatkarên din li avahîyên federal maskan bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.


Ew dixwaze ku hemî Amerîkî di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de maskan bidin ber rûyên xwe û ew bi vî awayî rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.


Yek ji armancên din yên 100 rojên pêşî yên Biden jî bo Amerîkîyan karanînan 100 mîlyon vaksînên vîrusa korona ye.


Biden ferman da rêvebirîyê ku jinûve beşdarî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bibe.
Serokê berê Donald Trump dîyar kiribû ku WHO di têkoşîna dijî vîrusa korona de qels maye û serî li ber zextên Çînê tewandiye û Amerîka ji wê rêxistinê derxistibû.


Kordînatorê Vîrusa Korona yê Qesira Sipî Jeff Zietens ragihand ku pisporê herî payabilind yê nexweşîyên enefeksînyonî yê hikûmetê Anthoy Fauci dê roja Pêncşemê li WHO wek serokê şandeya Amerîka axaftinekê bike.


Fauci dê ser planên hevkarîyê yên dijî vîrusa korona yên bi WHO re biaxife.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye