Bi salvegera dagîrkirina Efrînê re, ketina bajêr hat qedexekirin

.

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, bajarê Efrînê ji bo 5 rojan girt û ketina Efrînê qedexe kir.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Navxweyî ya Efrînê Ubeyde El-Heyanî ragihand, wan tevahiya deriyên derbasbûna ji bo bajarê Efrînê ji duhî 16ê Adarê û heta roja 21ê Adarê girtin û rê nadin kesek derbas bajarê bibe.

Diyar kir jî, dema qedexeyê ji demjimêr 8ê êvarê û heta 8ê sibê dibe.

Li ser sedema girtina bajêr jî, El-Heyanî diyar kir, sê sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin û ew di wê metirsiyê de ne ku ew rastî êrîşên tolhildanê werin.

Sibe 18ê Adarê, 3 sal di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike re derbas dibin.

Di dema êrîşa li ser Efrînê û dagîrkirina wê de, dora 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û dora 1500 sivîlna jî birîndar bûn û dora 300 hezar kurdên Efrînê derbider û koçber bûn û beşeke mezin ji wan li kamp û gundên herêma Şehbayê ya li başûrê rojhilatê Efrînê dikeve dimînin ku di destê YPGê de ye.

Ji wê demê ve jî, her car şer û pevçûn di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û YPGê li wê herêmê derdikevin.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir