Bi perspektîfek neteweyî û demokratîk analîza paradîgmaya entegrasyonê (ıı)

Zinar Soran

 Zinar Soran

(2) Deklerasyona Yekitîya Neteweyan û “Hiquqa Navneteweyî”

Di 14ê kanûna 1960î de, Yekitiya Neteweyan li ser mafên welat û miletên bindest danezan û

deklerasyonek belav kir. Li gor vê nîzamname û deklerasyonê:

1) Serdestî û kedxwarîya biyanî ya li ser miletan, înkara mafên bingehîn e. Ev li dijî Şertên Yekitiya Neteweyan e û ji bo hevkarî û aştîya Dinyayê jî asteng e.

2. Mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin.

3. Têrnekirina aborî, civakî ya jî perwerdeyî, bi ti awayî nabe mazerata bi derengxistina serxwebûnê.

4. Ji bo miletên bindest bikaribin mafên xwe yên serxwebûnê bi awakê azad û aştîyane bikarbîne; wê hemû tundrewî, tevgerên çekdarî û awayên sîtemkarî yên li dijî wan bi dawî bên û wê rêz li yekparetîya welatên neteweyî bêne girtin.

5. Ji bo welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadîyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, wê hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin û wê tedbîrên lezgîn bêne girtin.

6. Hewldanek yekitîya netweweyî nisbî be jî xerakirina yekparetîya welatekî armanc bigre, li dijî prensîb û armancên Şertên Yetiyîya Neteweyan e.

7. Hemû dewlet, wê Mercên Yekitiya Neteweyan, Danezîna Mafên Mirovî yên Gerdûnî û biryarên vê danezînê, wekhevîya hemû dewletan, destlênewerdana karên navxweyî, mafên hukumranîya gelan û rêzgirtina yekparetîya welatan re, bi sedaqet û herfbiherf bipejirînin.

Ev danezan û deklerasyon weke “hiqûqa navneteweyî” jî tê qebûl kirin. Li gorî vê deklerasyonê mafê miletê Kurd heye ku ew jî bi awakî azad qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe bi dest bixe. Ev mafekî herî rewa ye û li gorî vê ”hiqûqa navneteweyî” divê pêk vere. Lê di rastîyê de, ew biryar û “hiquqa navneteweyî” ji bo Kurdistanê û gelek welatên din yên kolonî û bindest nehate pêkanîn û hê jî nayê tetbîqkirin. Îro jî eger em defaktoya Başûrê Kurdistanê bidin alîyekê, Kurdîstan û gelek welatên din di bin nîrê kolonyalîzm û bindestîyê de ne; li ser axa bav û bapîrên xwe, bê dewlet û statuyek siyasî jiyana xwe didomînin.

Peyman û nîzamên Cîhanê yên sedsala 21an, ango Nîzama piştî Şerê Cîhanê ya yekem û Nîzama piştî Şerê Cîhanê ya duyem. ”nîzamên li dijî kurdan”, ango ”nîzamên antî kurd” bûn.

Niha jî dewletîn emperyal û zirhêz li gelek welat û navçeyan di nav berberî, şer û pevçûnên cihêreng de ne. Ew bi plan û projeyên cihêreng û şerên wesayetî hewl didin ku dîzaynek nû bidin cîhanê.

Dîroka Yekitiya Neteweyan (YN) û nîzamnameya wê, mixabin heta îro weke nîzamek bêdadwerî  û “antî Kurd”, li dijî miletê Kurd û Kurdistanê hatiye bi kar anîn. Di pêvajo û proseya “Referandûma Serxwebêna Kurdistanê” ya 25ê îlona 2017an de durûtîya YNan û nîzamnameya wê carek din raxist ber çavan.

Di vê referandûmê de, teva hemû zext û guvajên dewletên dagirker û kolonyalîst, teva pirs û pirsgirêkên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê û teva lidijderketina hinek dewletên ku xwedêgiravî weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin dîtin, miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê bi awakî azad û demokratîk çûn ser sindoqan û bi rêjeya %93an ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ!

YNan û bi taybetî dewletên emperyal û zirhêz, di mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, li şûna paragrafa 1,2, 3, 4, 5 an ya Nîzamnemaye YN ya “mafê çarenivîsa miletên bindest” diparêze, paragrafên 6 û 7an ku “rêzlêgirtina yekparetîya welatan” diparêze, derxistin pêş.

Lê gava NATO mudaxeleya Bosnayê kir, ev nîzamnameya YNan bin pê kir. Di şerê li dijî şerê dîktatorê Sedam Husên, Hêzên Navpeyman ev nîzamname bêwate hiştin. Rûsya li şerê dijî Ukranyayê van xalên nîzamnameya YNan bin pê dike. Lê gava miletekî bindest Kurd li ser beşekî axa bav û bapîrên xwe bi awakî azad û demokratîk referandûmekê çê dike û miletê Kurd û pêkaheteyên Kurdistanê bi rjeya %93an ji serxebûnê re dibêjin erê, YNan û bi taybetî dewletên zirhêz xalên 6 û 7an yên vê nîzamnameyê derdixînin pêş û vê bêdadwerî û siyaseta xwe ya “antî Kurd” didomînin. 

Ev jî diyar dike ku tenê dewletên emperyal û zirhêz di warê bikaranîn û binpêkirina prensîpên YNan de xwedî maf û desthilatdar in. Bi şer û şîdetê guhertina hudûdan tenê mafên dewletên emperyal û mezin in. Mudaxeleyên navborî  yên navneteweyî her çiqasî li dijî prensîpên YNan bin jî  şîdeta van dewletên emperyal meşrû kirîye.  Ev bixwe jî cîhaneke bênîzam û bêprensîp radixîne ber çavan. Ya herî balkêş ev e ku hetanî îro jî sîstema antî Kurd ya navneteweyî berdewam dike. Dewletên ku ev peyman ava kirine û binê van prensîpan îmze kirine, bi awakî bêperwaz bêrêzîyê li van prensîpên xwe dikin.

Îro pirsgirêka Kurdistanê ne tenê mijar  ya jî pirsa miletê Kurd e. Ev pirsgirêk di heman demê de bûye pirsgirêkek navneteweyî. Mixabin, qedera çareserîya pirsgirêka Kurdistanê bi lihevkrin û erêkirina hêzên navneteweyî û bi taybetî jî bi lihevkirina dewletên emperyal û zirhêz ve hatiye girêdan. Loma di qada sîyaseta navneteweyî de, divê miletê Kurd û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya Kirdistanê jî li gorî vê rewşê, bi hişmendîyek neteweyî û demokrotîk siyasetek realîst bimeşîne; bi yekrêzî û yekhelwestî tevbigere; pirsgirêka xwe bike pirsgirêka hêzên navneteweyî û rojeva hêzên navneteweyî û zirhêzên cîhanî dagîr bike.