BI PERSPEKTÎFEK NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK, ANALÎZA PARADÎGMAYA ENTEGRASYONÊ (5)

Zinar Soran

Zinar Soran

11) Gelo wê leşkerên dewleta Tirkîyeyê û hêzên çekdar ji Başûrê Kurdistanê û Qandîlê derkevin?

Weke gelek mijarên din yên vê projeyê; mijara rewşa piştî prosesa çekdanînê û vekişandina leşkerên dewleta Tirkîyeyê ji Başûrê Kurdistanê jî ne zelal e. Gelo piştî prosesa çekdanîna PKKê temam bibe, wê dewleta Tirkîye leşkerîn xwe ji navçeyên Başûrê Kurdistanê vekşînin; herweha gelo wê hêzên çekdarî yên gerîla ji Qendîlê û derdora wê derkevin û wê ew herêm radestî pêşmergeyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin?  

Kultur û hişmendîya dagirkerîyê ya dewleta Tirkîyeyê, nîşan dide ku dewleta Tirkîyeyê bi riza dilê xwe ji cihekî dagirkirîye dernakeve. Di vî warî de nimûneya Qibrisê nimûneyeke gelekî zindî û balkêş e. Herweha helwesta dewleta Tirkîyeyê li herêmên dagirkirî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî berdewam dike û ti pêşbinî nayê dîtin ku ew dê ji wan herêman derkevin.

Weke prensîp divê di nav hêz, partî, rêxistin û tevgerên neteweyî, demokratîk û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanê de diyalog, piştgirî û hevrêzî hebe. Bi taybetî di vê rewşa hestîyar ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku qedera herçar perçeyên Kurdistanê ji her demê bêtir bi hevdû re hatiye girêdan de, pêwîstîya dialog, piştgirî û hevrêzîyê nava gelê Kurdistanê bêtir derdikeve pêş.

Herêma Qendîlê beşek ji Başûrê Kurdistanê ye. Ew di bin desthilata Hikûmeta Federal ya Herêma Kurdistanê de ye û divê hemû rêxistin û tevgerên kurdan yên perçeyên din jî rêzê ji vê desthilatê re bigrin. Bêgûman divê em bi awakî çêker û dostanî rexne, gilî û gazinên xwe yên di warê kêmanî û şaşîyên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bikin; nerîn û pêşniyarên xwe yên di van waran de bi raya giştî ya kurdan û bi wan re par ve bikin; lê divê em destkeftîyên Başûrê Kurdistanê jî bi berpirsîyarîyek neteweyî û kurdistanî biparêzên û destwerana nav Başûrê Kurdistanê nekin.

Eger ev proje li gorî nexşerêya ku ji alîyê dewletê û Abdullah Ocalan ve hatiye tespîtkirin berdewam bike û proseya çekdanînê temam bibe; wê gavê divê sedema behaneyên dewleta Tirkîyeyê ya êrîşkarî û dagirkirina li ser Başûrê Kurdistanê jî ji holê rabin û ew leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekşînin;  ji derveyî hêzên peşmergeyên Başûrê Kurdistanê hêzek di yên leşkerî li wê herêmê nemînin ku xelkên wê herêmê bikaribin bi awakî ewle vegerin gund û warên xwe.

Lê di agahdarî û protokolên  hevdîtinên navbêna Heyeta Îmralîyê û Abdullah Ocalan yên di vî warî de, rewşa navçeyên Qendîlê de hinek nerîn û helwestên cihê têne dîtin:

“Divê hûn bi zimanekî baldarî gazî Barzanî bikin, bila were vêderê û bi min re peymanek

demokratîk îmze bike. Eger ew vê neke, ezê bi wî re têkevim nav têkoşînek dijwar. Ezê hemû hêza xwe ji bo tunekirina wî bi kar bînim....“

Ez dê Barzanî û Talabanî bibînim. Em dê li hemberî Tirkîye bi awakî stratejîk dev ji çekan berdin. Lê çek ancax bi awakî minasib ji holê bê rakirin.

Li ser navê min ji Barzanî û Tabanî re vê mesajê bişînin ku `ev pêjoya ku me bi Komara Tirkîyeyê re destpê kirîye, em dixwazin bi we jî re dest pê bikin` û hevdîtineke hazirîyê pêk bînin. Lê divê ew bi min re hevdîtinê bikin, ew we ciddî nagrin. Ji bo ku ez muzakerevanên serekî me, divê ez bi wan re rûninim. Ez bi wan re peymanekê çêbikim. Ev peyman, wê peymana aştî û demokrasîyê be. Li gorî wê peymanê wê çek bê danîn. Divê êrîş nekin, dorpêç nekin, eger çiprîskekê dahî li me xin, ez dê dest bi şerê wan bikim. Ezê bi xwe pêşengîya vî şerî bikim. Eger şaşîyek wan çêbibe, ezê dev ji şerê bi Tirkîyeyê berdim û bi wan re şer bikim.” (Rapora Heyeta Îmralîyê, 30-05-2025)

Heyeta Îmralîyê di hevdîtinek xwe ya bi Abdullah Ocalan re, li ser rewşa “Qada Parastina Medyayê” ango Herêma Qandîlê weha dibêje:

“Ji bo Qada Parastina Medyayê statuyek taybetî şert e. Ji Qendîlê xelk ji tevgerê re nameyan dişîne û dibêjin dev ji çekan bernedin.”

Li ser vê axaftinê Abdullah Ocalan vê talîmatê dide heyetê:

Li ser navê min belavokekê amade bikin û binivîsin ku `ji bo Qada Parastina Medyayê siyasetek demokratîk, parastina xwemalî û misogerîya dadwerî şert in`. Wê di vî warî de gav paş de neyên avîtin...
Silavên min bighînin 200 gundên Qendîlê. Ma ew çawa dibêjin ku em ê terk bikin. Ji wan re bibêjin, em ê tu carî wan terk nekin. Îdrîs Barzanî di wextê xwe de peyman bi me re çîkirîye û got ku hûn tunebin, em nikarin li vêderê bimînin...”
(Rapora Heyeta Îmralîyê, 30-05-2025)

Di Encamê de:

1) Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî ye. Pirsa qedera xwe bi awakî azad tayinkirina miletê Kurd û kurdistanîyan e. Di vî warî de; mafê herkesî û her rêxistinê heye ku bîr û bawerîyên xwe bibêjin; lê mafê tu kesî ya jî rêxistinekê tuneye ku bi serê xwe li ser navê miletê Kurd û kurdistanîyan biryarê bide. Di warê çarenivîsa xwe de, tenê miletê Kurd û kurdistanî dikarin bi awakî azad û demokratîk biryara xwe ya dawî bidin.

Divê dewletên dagirker yên herêmê û dewletên mezin û emperyal jî vê rastîyê bibînin ku heta pirsa mileletê Kurd û Kurdistanê bi awakî rasteqîn û dadwerî neyê çareserkirin, dê li Rojhilata Navîn şer û pevçûn berdewam bikin û dê aştî û aramî neyê herêmê.

2) Ev projeya ku bi daxwiyanîya serokê partîya nijadperest MHP Devlet Bahçelî di 22ê cotmeha 2024an de, eşkere bû û tê meşandin; projeyek dewleta Tirkîyeyê ye ku dixwaze bi destê serokê PKKê Abdullah Ocalan têxe jiyanê.

Ji beyanên karbidestên dewletê û daxwiyanîyên Abdulah Ocalan diyar dibe ku “Xwedîyên dewleta Tirkîyeyê” dizanin ku êdî bi vê siyaseta xwe li ser bingehê înkar, asimîlasyon û tunekirina miletê Kurd dimeşîne, nikare vê statukoya xwe ya dagirkerîyê bidomîne. Loma jî bê ku ew bi awakî “resmî û qanûnî” hebûna miletê Kurd û Kurdistanê qebûl bikin, mafên wî yên neteweyî, demokratîk û kulturî nas bikin; heta bê ku ew  zimanê kurdî weke zimanê fermî û perwerdeyê qebûl bikin, bi vê projeyê û alîkarîya Abdullah Ocalan miletê Kurd “entegreyî dewletê” bikin.  Ango bi vî awayî, ew dixwazin statukaya xwe ya dagirkerîyê bi awayekî “nû” berdewam bikin.

Sedemek din ya vê projeyê jî rewşa dinyê û bi taybetî bûyer û guherandinên li herêma Rojhilata Navîn e. Siyaset, plan û projeyên dewletên emperyal yên jinûve dabeşkirin û dîzayna Rojhilata Navîn û bi taybetî guherandin û bûyerên li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê xist nav metirsî û fikaran.  

Karbidestên Dewleta Tirkîyeyê ji bo li Rojavayê Kurdistanê miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê negihêje statuyek siyasî çi ji destên wan tê dikin. Ji bo vê armancê jî ew dixawzin bandora Abdullah Ocalan û PKK ya li Rojavêyê Kurdistanê bi kar bînin.  Di vî warî de, daxwiyanîyên Devlet Bahçelî gelekî balkêş in ku armanca vê projeyê û dewletê radixîne ber çavan.

3) Dawîlêanîna şerê di navbêna dewleta Tirkîyeyê û Abdulah Ocalan de, fesixkirina PKK û danîna çekan, bi awakî giştî ji alîyên partî û rêxistina kurdan û gelên Kurdistanê ve bi erênî tê pêşewazîkirin. Lê mijara “entegrasyona bi dewleta Tirkîye û kedîkirina miletê Kurd” û înkarkirina mafên bingehîn yên neteweyî, demokratî û kulturî yên miletê Kurd yên Abdullah Ocalan; ji alîyê gelek partî, rêxistin û tevgerên neteweyî û kurdistanî û beşekî mezin yê civakê ve nayê pejirandin. Di vî warî de bêbawerî, dudilî, nerazîbûn û dijberîyek berbiçav di nava xelkê Kurd de heye. Lê ji bo ku xeta neteweyî û kurdistanî li Bakurê Kurdistanê di warê rêxistinî de ne zêde bi hêz e, dengê wan bi qasî ku pêwîst e dernakeve û olan nade.

4) Nexşerê û armanca esasî ya vê projeyê di gelek waran de ne zelal e û ji alîyê raya giştî ve nayê zanîn. Ev proje tenê di navbêna karbidestên “xwedîyê dewletê” û Abdullah Ocalan de, bi awakî  ne şefaf û ne eşkere, li paş derîyên girtî tê birêvebirin. Dewlet naxwaze bi tu awayî nûnerên partîyên siyasî yên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk yên kurdan û kesayetên civakî yên di nava kurdan de qebûlbar in beşdarî nav muzakere û gotûbêjan bibin.

5) Dinya di nav kirîz, lêgerîn û avakirina “Nîzam û Hevpeymanek Navneteweyî” de ye.  Rewşa dinyê û bi taybetî rewşa Rojhilata Navîn ji bo guherandinên cihêreng “ducanî” ye. Li herêmê dikare guherandinên mezin çêbibin û statukoya hinek dewletan bê guherandin. Dewletên dagirker û kolonyalîst yên ku Kurdistan di nav xwe de dabeşkirine, bi her awayî hewil didin ku statukoya xwe biparêzin. 

Di rewşek weha de, dikare kês û firsenden dîrokî jî metirsî û xeterên mezin jî bêne ber derêyê kurdan. Divê tevgera miletê Kurd û Kurdistanê ji van bûyer û guherandinan re amade be. Bi taybetî divê xelkê me û tevgerên siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, yekhelwest û yekrêzîya xwe ya Konferansa Qamêşloyê biparêzin, xurtir bikin û li gorî biryarên vê Konferansê  tevbigerin; li hemberî plan û projeyên cihêreng yên li dîjî mafên neteweyî, siyasî û kulturî yên miletê Kurd hişyar bin û rawestin. Divê hemû partî û tevgerên neteweyî, demokratîk û civakî yên herçar perçeyên Kurdistanê û diyasporayê jî xelkên me yên Rojava Kurdistanê bi tenê nehêlin; alîkarî û piştgirîya wan bikin. Serketina siyasî, neteweyî, demokratîk  û kulturî ya Rojavayê Kurdistanê wê bibe serketin û destkeftina herçar pêrçeyên Kurdistanê.

6) Qedera miletê Kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê di tu demê de bi qasî îro bi hevdû re nehatîye girêdan. Loma jî pêwendî, piştgirî, hevahengî û hevrêzîya nava tevgera neteweyî û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanê, weke wezîfeyek neteweyî ya hevbeş derketîyê pêş. Bêgûman, azadîya miletê Kurd jî di pêwendî, yekitî, hevkarî û hevrêzîya nav tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, demokratîk û civakî ya miletê Kurd û kurdistanîyan de derbas dibe.

Bi hêvîya ku em di vî warî de weke miletekî û bi hişmendîyek neteweperwerî û kurdistanî bi wezîfe û berpirsiyarîyên xwe re rabin; ji vê kês û derfetên dîrokî yên ku hatine ber derîyên me îstifade bikin û carek din rê nedin ku peymanek weke Lozana 1923an dubare bibe.