8.2) Miletê Kurd xwedî dîrokek qedîm, ziman û kultureke dewlemend û kevneşopêyek bi rûmat ya berxwedan û serhildanan e.
Abdullah Ocalan di van daxuyanî û nivîsên xwe de, sivikayî û bêrêzîyê li dîroka miletê Kurd û Kurdistanê, tevgera neteweyî, serok û rêberên serhildanên kurdan, nirx û hêjayîyên miletê Kurd, ziman û kultura miletê Kurd, siyasetmedar û kesayetên kurdan dike; hebûna kurdan jî bi derketina tevgera PKKê û bi rêberîya xwe ve girêdide:
“Ez dixwazim ji têgihîştina hebûna kurdan dest pê bikim. Wê gotina meşhûr, ya ku gelo kurd hene ya jî tunene? Eger hebin, çiqasî hene? ... Ji bo vê yekê, em çavekî bavêjin vê dema nezîk ya derbasbûyî.
Weke nimûne du kesayetên bi bandor yên kevneşopîya kurdan, sembolên du serhildanan Şex Seîd û Seyid Riza; em gotinên wan yên li ber sêdara îdamê çawa dikarin binirxînin? Ez dikarim vê hinekî vekim. Ev, vêya bi tunekirina kurdîtîya kevnoşopîyê îfade dike. Kurdîtiya kevneşopî, tê wateya hebûna kurdan ya kevneşopîyê…
Çi bû gotinên dawî yên Şex Seîd: `Ji serdozger beg dipirse, ma ne te soz dabû ku me dê bi hevdû re ziyafetek amade bikira. Bi berx, merxan, ev çi bo?` . Ev xefletetek olî ye, ji ber ku ew şêxekî oldar yê Nexşî ye... Di encamê de, herdu kevneşopê jî hem kevneşopîya Nexşî, hem kevneşopîya Elewî ya jî Sunî-Elewî; di rastîya xwe de herdu jî bêbinyat...
Bi van herdu xapandinan, hebûnek kevneşopîya kurdayetîyê hate tunekirin. Rastiya wê ev e. Û di rastîya xwe de ev rêvebir vêya îfade dike. Li sêdarên îdamê bûna wan girîng e. Rastîya mirîtîyê îfade dike, ne nexweşî, ne birîndarî, rastiyek mirîtîyê îfade dike.“
“Li Dersimê, Çewlîkê, Zagrosê kurd kavil û bermayîyê kulturî ye. Qebîleyên jihevketî, zimanekî bêfonsîyon, hûrikên terîqetan û şerên malbat û eşîran... Weke sergokî, civateke sergo, goristanek...“
“Komîteya di komkujîya yahûdîyan de rol dilîst ku weke Judenrat dihatin naskirin hebûn. Ew grûp jî malbatên yahûdî bûn ku bi faşîstan re havkarî dikirin. Ji bona jiyana xwe û malbata xwe 24 seetan dirêj bikin, bi faşîstan re hevkarî dikirin û yahûdî dişandin odeyên gazê... Faşîstan ev komîte ava dikirin. Gava ez li ser vê mijarê difikirîm, min dît ku resatîya kurdan jî weke rastîya Judenrata ne.
Gotina ku ez dibêjim ji kolonyalîtê wêdetir, rastîya vê kurdayetîyê ye . Binere malbatên ku dibêjin ez û ez; Barzanî, Bederxanî, heta hinek torinên Şêx Seîd, hinek torinên Seyid Riza bûnin Judenterîst. Ji bo malbetên xwe xelas bikin, kurdayetîyê ber bi tunekirinê dibin. Kitêb dahî nenivîsandinin. Nikarin li bîranînên bapîrên xwe xwedî derkevin. Dijminatîya kurdên azad dikin...
PKK hem rastîya hebûna Kurd û Kurdistanê îspat kir û hem jî zornebirina wê pêk anî. Hêzek weha yên tevgerên din yên kurdan tuneye. Tevgera kevneşopî ya PDK û tevgera bujuvazîyê biçûk ya YNK hebûna xwe bi kesekî nedan bawer kirin. Eger ne ji derketina PKKê bûya, wê ew hemû 30 sal berê ji hole rabûna.“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Abdullah Ocalan ne tenê sivikayê û bêrêzîyê li serok, rêber û siyasetmedarên kurdan dike; herweha ew sivikayê li berpirsiyar û “payebilindên“ PKK jî dike û ew wan weke kesên “bêfêhm“, “kêrnehatî“ û “paşverû“ pênase dike:
“DEMA APO: Bi qareqterîya rêberîyê ev gelekî kêm hate fêm kirin. Nayê fêkirin. Hûn dibêjin Rastîya Rêberîyê, lê ev rastî çiye hûn fêm nakin... Ev 50 sal in ez li bendê me ku hûn min fêm bikin. Ez îzah dikim, dûre dîsa îzah dikim. Nefêmkirina rastîya Rêvebiriya PKK, nefêkirina PKKê ye., nefêmkirina kurdê azad, Kurdistanê ye. Ev misogerî û înadkirina di paşverûtîye de ye. Ji bo vê yekê hûn bêşve narin, nagihêjin merteba rêberîye. Ji bo ku ez we bikim perçakî rêbertîyê, ev 50 sal in ku ez têkoşînek dijwar didim. Eger hûn rastîya Rêberîyê rast fêm nekin, hûn xwe ji bo rastîyê amade nekin; hûn dê ne tenê nikaribin pêşengîya civakê bikin, hûn dê nikaribin bi serê xwe bimeşin. Ji xwe hûn nikarin xwe hilgirin...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
“Di telekonferansê de, min ji hevalê Sebrî re got `hûn ne dizanin bijîn û ne jî dizanin şer bikin`.
Berpirsyarên dewletê jî şaşmayî man...“
“Emre beg nameya hevalê Sebrî anî. Wê gavê divyabû ez îmze bikim. Weke tê zanîn ew nebû. Xelet bû. Divyabû min bigota Sabrî û Zubeyir nikarin vî karî bikin.” (Protokola Heyeta Îmaralîyê ya bi Abdullah Ocalan re. 30-05-2025)
8.3) Sivikayîya li hemberî ziman û kultura kurdî, rê li ber asîmîlasyonê xweştir dike
Ziman û kultura kurdî, ziman û kulturek gelekî dewlemend û xwedîyê kevneşopîyeke dîrokî ye. Teva ku demeke dûr û dirêj miletê Kurd li ser xaka xwe nebûye xwedîyê desthilatdarîyek siyasasî û dewletek serbixwe jî zimanê kurdî li hemberî vê asîmîlasyona dijwar û hovana ji holê nehatîye rakirin. Bi zaravayên kurdî yên cihê ango bi kurmancî, soranî, kirdkî û hewremanî edebîyatek gelekî dewlemend hatiye afirandin.
Fîlozof, helbestvan û nivîskarên weke Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Pîrêmêrd, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj û bi sedan kesên din ku berhem û şaheserên hêja afirandine; berhem û şaheserên ku dikarin bi edebîyat û berhemên dinyê re rikberîyê bikin li dû xwe hiştine.
Zimanê kurdî îro di zanîngehan, dibistanan, di dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê, di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de weke zimanê perwerdeyê, di warê weşan û çapemenîyê de, di nava civakê de zimanekî zindî, dewlemend û xwedî fonsîyon e. Li gorî gelek zimannasên navdar yên dinyê jî zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevnare û dewlemend e.
Gelo kesekî ku şahesera Ahmedê Xanî Mem û Zîn û Dîwana Meleya Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û hwd xwendibe; dikare sivikayî û bêrêzîyek weha li miletê Kurd, edebîyat, kultur û zimanê kurdî bike û bibeje:“Kurd li Dersimê, Çewlîkê, Zagrosê kavil û bermayîyê kulturî ye. Qebîleyên jihevketî, zimanekî bêfonsîyon, hûrikên terîqetan û şerên malbat û eşîran…”!
Em nizanin bê Abdullah Ocalan çend kitêbên kurdî xwendîye, di derheqê dîroka çand û edebiyata kurdî de çiqasî xwedîyê aghadarîyan rasteqîn, têr û tije ye; lê bi qasî ku em dizanin, wî heta niha kitêbek, broşurek, heta belavokek bi kurdî nenivîsandîye ya jî neweşandîye. Eger serok û berpirsiyarekî “li hemberî dagirkerî, kolonyalîstî û asînlasyonê û bi armanca dewletek serbixwe, demokratîk, sosyalîst û yekgirtî” dest bi şerekî çekdarî kiribe û ewqas sal hê kitêb û broşurek bi kurdî nenivîsandibe ya jî neweşandibe; gelo di warê zimanê kurdî de çiqasî berpirsiyarî û wezîfeyên xwe pêk anîye? Eger bepirsiyar û siyasetmedarekî di warê zimanê kurdî de wazîfe û berpirsiyarîya xwe bi cih neanîbe; ew bi xwe nikaribe kitêb û broşurekê bi kurdî binivîse, ya jî nenivîsandibe; ma gelo ne lazim e ku bi kêmanî di vî warî de “bêdeng” bimîne; neheqî û bêrêziyê li kultur û zimanê kurdî neke?
Zimanê kurdî stûna esasî ya nasname û hişmendîya kurdî ye. Loma dewleta dagirker ev zêdeyî sedsalî ye ku bi hemû hêz û îmkanên xwe û bi awakî sîstematîk hewl dide ku zimanê kurdî asîmîle bike û ji holê rake; bêrêzî û sivakîyê li zimanî kurdî dike; naxwaze zimanê 30 milyon kurdî weke zimanê resmî û perwerdeyê qebûl bike. Ji ber ku karbidestên dewletê baş dizanin ku eger ew bixwzin miletê Kurd asîmîle bike û ji holê rake, divê pêşî ew zimanê kurdî asîmîle bike û ji holê rake.
Mixabin dewlet di vê siyaset û helwesta xwe ya hovane de, gelekî bi ser ketîye. Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li hemberî asîmîlasyon û jenosîdê rû bi rû maye. Bi milyonan kurd êdî nikarin bi kurdî biaxivin; li gorî 30 milyon kurdî jî hijmarek gelek hindik ya kurdan dikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin. Mixabin piranîyek mezin ya sîyasetmedaran kurdan jî “bi tirkî siyasetê” dikin. Bi qasî ku pêwîst e beyan û weşanên xwe kurdî nanivîsîn û belav nakin; axaftin û gotûbêjên xwe bi kurdî nakin, bi tirkî dikin. Bêgûman, ev pirsek gelekî girîng e û divê em bi taybetî û bi hûrgilî li ser rawestin.
Peyvek pêşîya yê cihûyan heye, dibêjin: “Eger tu bixwaze min bikuje, divê tu pêşî bîranînên min bikuje”. Dewleta Tirkîye jî bi vê hişmendîyê, li ser esasê înkar, îmha, asîmîlasyon û serkutkirina kurdan hate avakirin. Ji bo miletê Kurd ji holê rakin, xwestin pêşî dîrok, ziman, hişmendîya neteweyî û bîranînên wî “bikujin”. Hebûna me înkar kirin, zimanê me qedexe kirin, em di nav ferşên aşê asîmîlasyon û jenosîdê hûr kirin; xwestin ku em ji ber zimanê xwe, miletê xwe, dîroka xwe, kultura xwe şerm û fedî bikin; em wan nirxwen xwe yên pîroz biçûk bibînin û sivikatîyê li wan bikin. Bi vî awayî, zimanê dewletê, kultura dewletê, dîroka dewletê, hişmendîya dewletê bi me şêrîn bikin.
Gelo di rewşek weha xeter û metirsîdar de, divê em weke kurd çi bikin?
Berî her tiştî, divê em vê rewşê qebûl nekin û li hemberî vê zilm û zordarîyê rawestin. Asîmîlasyon sûcekî hovane û mirovî ye. Divê bi awakî berdewamî em vî sûcê hovane û mirovî ya dewleta Tirkîyeyê ji raya giştî, civaka navdewletî, dezgehên mirovî yên navneteweyî re nîşan bidin û di vî warî de piştgirîya rayagiştî ya navneteweyî bi dest bixin….
Divê di serî de partîyên siyasî, nûnerên dezgehên sivîl, demokratîk û kulturî, kesayetîyên civakî, rewşenbîr û welatparêzên kurdan bê ku zêde dereng bimînin, di vî warî de dest bi xebat û têkoşînek hevbeş, berfireh û taybetî bikin; platform û dezgehên hevbeş ava bikin; hewil bidin ku hişmendîya xwedîlêderketina zimanê kurdî di nava civata kurdan de berfireh û geştir bibe; bi xebat û kapnayayên hevbeş û taybetî axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî di nav civatê de geştir û berfirehtir bibe.
Divê siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurdan bi hişmendî û berpirsiyarîyek neteweyî pêşengîya vê xebata acîl û pîroz bikin. Bê gûman, em dizanin ku ji bo pêşîlêgirtina asîmîlasyon û jenosîda zimanê kurdî, ev xebat û hewildan bi serê xwe dê têrê neke; lê eger em di vî warî de hewil nedin, bi rê, rêbaz û awayên cihêreng zorê nedin dewletê, hişmendîya xwedîlêderketina zimanê kurdî di nav kurdan de xurtir û berfirehtir nekin, ev metirsî û xetera li ser zimanê kurdî dê roj bi roj dijwartir û berfirehtir bibe…
9) Xesasîyet divê ne tenê ji bo malbatên tirkan, ji bo malbatên şehîdên kurdan jî bê nîşandan!
Gava em li beyan û daxwiyanîyên karbidestên partîyên desthilatê û mixalefetê dinerin, bi yekdengî û yek helwestê di sere gotina xwe û di dawîya gotina xwe de dibêjin ku “divê em hest û hesasîyeta malbatên şehîdên xwe bidin beçavan“. Lê ji bo malbatên kurdên ku zarokên wan şehîd ketine, yek gotin ji devên wan dernakeve.
Mixabin, di vî warî de, “ji bo selametî û xesîsîyeta pêvajoyê“ siyasetmedar û parlementerên esilkurd jî “bêdeng” dimînin! Ma qey tenê kezeba dayikên tirkan dişewite, ma kezaba dayikên kurdan naşewite?
Bêgûman di vî şerê ku herdu alî ango dewleta Tirk û PKK şirîk in de, hem ji ji tirkan, hem ji kurdan; lê bi taybetî ji kurdan bi dehhezaran keç, xort, kal û pîr hatin kuştin. Eger xemgînî û xesasîyetek bê nîşandin; bi kêmanê divê ji bo hemû qurbanîyên vî şerî bê nîşandin. Di vî warî de, divê herdu alîyên şer, ango dewleta Tirkîye û PKK muhasebe û hesabê vî şerî bidin xelkên Tirkîyeyê, miletê Kurd û kurdistanîyan. Herweha divê dewlet li gorî plan û rêbazeke rasteqîn û objektîf, zerar û ziyana xelkên ku ji ber vî şerî mexdûr bûne, qerebo bike; şert û mercên pêwîst amade bike ku kurd û kurdistanîyên gund û warên wan hatine kavilkirin û koçber bûnin, bikaribin vegerin ser cîh û warên xwe.
Eger bi rastî armancek vê dewletê ya rê li ber çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê xweş bike hebe; divê berî her tiştî dev ji vê siyaseta xwe ya nijadperest, înkar, asîmîlasyon û dijmantîya miletê Kurd û kurdistanîyan berde ku ev zêdeyî sed salî ye xelkê tirk bi vê siyaset û hişmendîyê perwede kirîye. Bi gotinên vala û bê wate, ne pirsa miletê Kurd û Kurdistanê çareser dibe, ne aştî, aramîyek rasteqîn û mayende pêk tê û ne jî di nava gelên Tirkîye û miletê Kurd û kurdistanîyan de pêwendîyên li ser esasê wekhevî, hevrêzî û xweşbînîyê têne ava kirin…
10) “Komîsyona Piştgirîya Neteweyî Biratî û Demokrasîyê“
Piştî danûsten û gotibêjên dûr û dirêj, li gorî nexşerêya projeya dewletê û Abdullah Ocalan, di 5ê tebaxa 2025an û di serokatîya Serokê Meclîsê Numan Kurtuluş de “Komîsyona Meclîsê“ dest bi xebata xwe kir. Navê vê komîsyonê weke “Komisyona Piştgirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê“de hate qebûlkirin. Komîsyon bi tevayî ji 51 nûneran pêk tê. Di Komîsyonê de 21 nûnerên AKP, 10 nûnerê CHP, 4 nûnerên DEM Partîyê, 4 nûnerên MHP, 3 nûnerê Yenî Yolê, 1 nûnerê Deva Partî, 1 nûnerê Gelecek Parî, 1 nûnerê Saadet Partî, 1 nûnerê HUDAPAR û 1 nûnerê TIPê hene. IYI Partî ku xwedîyê 3 nûneran e beşdarî nav xebatên vê komîsyonê nebûn. Ew hersê nûnerên IYI Partîyê jî di nav AKP, CHP û DEMê de hate parve kirin.
Di civîna yekem ya Komîsyonê de li ser nav, armanc û rêbaza xebata komîsyonê hate rawestandin. Navê komîsyonê û rêbaza xebata ji 12 xalan pêk tê bi yekdengî hate qebûl kirin. Di xala duyem ya vê rêbazê de armanc û wezîfeyên vê Komîsyonê weha hatiye diyarkirin:
”Armanca komîsyonê ew e ku teror bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê were rakirin, yekbûna civakî, yekîtîya netewî û biratîya me bê xurtkirin; di warê azadî, demokrasî û dewleta dadwerî de xebat were kirin.”
Ji rêbaza Komîsyonê diyar dibe ku armanca esasî ya vê komîsyonê mijara fesixkirina PKK, danîna çekan û vegera gerîlayan, berpirsiyar û endamên PKKê ye. Ji bo vê armancê jî Komisyon wê bixwaze nerîn, pêşneyar û reşnivîsên “qanûnên pêwendîdar” amade bike û pêşkêşî Meclîsê bike.
Di vê komîsyonê de wê pirs û pirgirêka miletê Kurd û kurdistanîyan ku sedemê vî şerî ye neyên gotûbêj kirin. Ji xwe gava mirov li rêbaza Komîsyonê jî dinere, mirov dibîne gotina “kurd“ dahî tê de derbas nabe. Weke ku ev şer ne encamê pirs û pirsgirêka miletê Kurd û Kurdistanê ye. Di eslê xwe de, dewlet hê jî naxwze pirsgirêkê, weke pirsa Kurd û Kurdistanê bi nav bike; ew hê jî pisgirêkê weke “pirsa terorê û Tirkîyeya bêteroêrê“ pênase dike.
Di vê komîsyonî de, nûnerên partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk yên kurdan tuneye. Pirs û pirsgirêk bi awakî eşekere û şefaf nayên birêvebirin. Agahdarîyên pêwîst bi raya giştî û xelkên Tirkîyeyê û Kurdistanê re nayên par ve kirin.
Divê bê zanîn ku mixatabê pirsa Kurd û Kurdistanê ne tenê partî û serokê partîyekê ye; mixetabê vê pirsê nûnerên hemû partî, rêxistinên, dezgehên sivîl û demokratîk û kesayetên civakê yên qebûlbar yên kurd û kurdistanîyan in. Eger bi perskektîfek weha li ser vê pirsê neyê rawestandin, dê pirsa miletê Kurd û Kurdistanê neyê çareser kirin. Heta ev pirs û pirsgirêk neyê çareser kirin jî dê aştî, aramî û hizûrek mayende neyê ava kirin.
Di 8ê tebaxa 2025an de, Komîsyonê civîna xwe ya duyem li dar xist. Wezîrê Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîre Bergirîyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û brokratên wan beşdarî vê cînê bûn û aghdarî dan Komîsyonê. Tiştê balkêş, li ser daxwaza Serokê Komîsyonê û bi biryara Komîsyonê wê protokola vê civînê 10 salan ne bi endamên komîsyonê û ne jî bi raya giştî re bê parvekirin. Herweha endamên civînê jî wê nikaribin 10 salan tu agahdarîyên di derheqê naveroka vê cîvênê bi tu kesî re par ve bikin.
Ango kurd dê 10 salan nizanibin bê dewlet çi plan, proje, dek û dolaban ji bo miletê Kurd û
Kurdistanê amade dike. Eger ev “sansûra resmî ya dewletê tenê ji bo selametîya vê pêvajoyê bûya”, ev agahdarî dikarîbû heta dema çekdanîn û vegera gerîlan, endam û berpirsiyarên PKKê bihata sînorkirin. Lê “gîha di bênê keviran de namîne“; dûr-nêzîk wê armanca esasî ya vê projeya dewletê ku dixwaze bi alîkarîya Abdullah Ocalan têxe jiyanê derkeve holê. Di vê rewşê de, ya girîng û pêwîst ew e ku tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û raya giştî ya kurdan vê projeyê ji nêzîk ve taqîb bikin û li hemberî plan û projeyên dewletê hişyar bin.
Di roja 20.08.2025an de ‘’Komîsyona Piştigirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’ di civîna xwe ya pêncemîn de li nûnerên Dayîkên Aştîyê guhdar kirin. Li ser navê Dayîkên Aştîyê Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurt beşdarî civînê bûbûn.
Di civînê de, daxwaza axaftina bi kurdî ya Nezahat Teke û Rebia Kiranê, ji aliyê Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê, herweha Serokê ‘’Komîsyona Piştigirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’’ Nûman Kurtulmuş ve bi behaneya “rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê ya zimanê fermî rê nade” hate redkirin.
Gava ku Rebîa Kiran bi kurdî dest bi axftina xwe dike, Nûman Kurtulmuş midaxale dike û dibêje ku ‘’Divê hûn bi tirkî axaftina xwe bidomînin’’. Rebia Kiranê piştî hişyarîyên Nûman Kurtulmuş axaftina xwe bi tirkî didomîne.
Dayika kurd, Nezahat Tekeyê vê helwestê weke “neheqî”yê bi nav dike û dibeje ku ”em aştî, çareserkirina pirsa kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendîyê deynin alîyekî; em bi helwestek weha re rû bi rû man ku bi hinceta “rêziknameya navxweyî ya parlementoyê”, tehemmula axaftina bi kurdî jî nayê kirin.”
Helwesta serokê Komisyonê Nûman Kurtulmuş û bêdengmayina endamên Komusyonê ku gelek ji wan kurd bûn, cihê gotûbêjek taybetî ye. Vê helwest û bêtemulîya li hemberî zimanê kurdî, di heman demê de armanca Komisyonê jî bi awakî eşkere radixîne ber çavan.
(Dûmahîk heye)