Bi navê “Rodî û Perwîn” li Kobanê kitêbxane vebû

Pirtûkxane di mala Ş. Rodî û Ş. Perwînê de yên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bibûn, hatiye vekirin

Yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li bajarê Kobanê yê Kurdistana Rojava hat vekirin.

Pirtûkxane di mala Ş. Rodî û Ş. Perwînê de yên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bibûn, hatiye vekirin

Piştî nêzîkî salekê ji komkirina pirtûkan, yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê “Rodî û Perwîn” li bajarê Kobanê hat vekirin. Pirtûkxane bi piştevanî û alîkariya saziya KPCê û Desteya Perwerdeyê hat amadekirin, hemû cureyên pirtûkên Kurdî di warên dîrok, wêje û têzmana Kurdî de li xwe digire.

Li gor Berpirsê pirtûkxaneyê Ednan Hesen ku  ji K24ê re axivî û got: “Di destpêkê de çîmento û hesin nebûn, lewra hinekî bi derengî ket û di aliyê aborî de me bi karînên xwe yên kesayetî destpê kir, heta ku konfiranasa Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk li dar ket, ku di konfiransê de piştgirî dan amadekirina pirtûkxanê. Ev pirtûkxane di mala Ş. Rodî û Ş. Perwînê de yên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bibûn, hatiye vekirin.”

Li gor kes û karên her du şehîdan, pirtûkxane bi şiyan û karînên kesayetî hatiye vekirin û wek bîranînekê ji bo keda herdu şehîdan di warê dîrok û zimanê dayikê de tê, ku ew bi xwe li Kobanê mamosteyên zimanê Kurdî bûn û xelkê deverê gelek sûd ji wan dîtine.

Xanima bi navê Cîhan Hesen, ku ew jî berpirsa pirtûkxanê ye, ji K24ê re got: “Tevî ew bûyerên ku hatine sere me, hêviya me ew bû ku zarokên birayê me, ji me re man û ew mal ji me re ma. Ew mala jî daxwaza Rodî û Perwînê bû, ku piştî zewaca xwe pirtûkxaneyekê di malê de vekin, ji xwe ew evîndarên hev bûn.”

Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê nêzîkî hezar pirtûkan li xwe digire û rêveberên pirtûkxaneyê hewl didin ku hejmara pirtûkan bighînin 6 hezaran û biryar e ku heftane çalakiyeke çandî li hola pirtûkxaneyê were sazkirin. kurdistan24-rûpelanu

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin