Bi mûşekan êrişî Hêzên Pêşmerge kirin

.

 Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Nûrî Heme Elî ragihand ku li navçeya Pirdê sê mûşek arasteyî eniya pêşmerge hatin kirin, lê ti ziyanke nebûye.

Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Nûrî Heme Elî ji Rûdawê re ragihand ku îşev bi sê mûşekan êrişî eniya pêncemîn a Hêzên Pêşmerge li li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve kirin.

Nûrî Heme Elî da zanîn ku di encama êrişê de ti ziyanek a Pêşmerge nebûye.

Herwiha Nûrî Heme Elî diyar kir ku ew nizanin mûşek ji kuderî ber bi sengerên Pêşmergeyê Kurdistanê hatine avêtin û lêkolîn derbarê êrişî de berdewam in.

Welatiyekî Pirdê bi navê Îsmaîl Felah Mehmûd jî ji Rûdawê re ragihand ku ji derdora navçeyê dengeke zêde ya teqeyan tê bihîstin û dengê doçkayan jî tê de heye.

Îsmaîl Felah Mehmûd eşkere jî kir ku hêzeke zêde ya ewlekariyê di nav Pirdê de belav bûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin